Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn 2023-01-25 14:27:22 STENBOL - Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê ku dê di dawiya vê hefteyê de were lidarxistin xelas bûn.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 29’ê çileyê de bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisê demokratîk de bibin yek. Bi civaka rêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” 12’emîn Lijneya Giştî li dar dixe. Amadekariyên lijneyê xelas bûn. Konferansa Giştî ya Jinan a HDK’ê jî dê rojek beriya Lijneya Giştî anku di 28’ê çileyê de li Eywana Dawetan a Labellayê bi dirûşma “Serhildana me li dijî serdestiya mêr e, israra me ji bo jiyana azad û wekhev e. Jin, jiyan, azadî” bê lidarxistin.    KONFERANSA JINAN   Konferansa Jinan a HDK’ê dê saet di 10.00’an de bi axaftina Hevserok Esengul Demîr dest pê bike. Piştî Demîr dê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan têkildarî pêvajoya siyasî biaxive. Piştî axaftinên destpêkê, konferans dê ji çapemeniyê re girtî bidome.    Dê delege, pêkhateyên HDK’ê û jinên femînîst tev li konferansê bibin.    LIJNEYA GIŞTÎ   12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê jî dê di 29’ê çileyê saet di 10.00’an de dest pê bike. Lijne dê ji çapemeniyê re girtî bê lidarxistin. Li gel Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, dê nûnerên gelek rêxistinên pêkhateyên HDK’ê, delege, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, sendîkayên cuda û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bibin. Hevserokên hatine hilbijartin dê encamnameyê bixwînin. Piştî saet 16.00’an jî dê pîrozbahî bê lidarxistin û ji çapemeniyê re vekirî be. Piştre dê Koma Lawje û Koma Çand û Hunerê ya HDK’ê derkevin ser dikê.    Hem di kongreyê de û hem jî di konferansê de dê hem pêvajoya rêxistinî, xebatên di nava salekê de hatine kirin û nexşerê bên nîqaşkirin.