Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye 2023-01-25 15:27:26   WAN - Baroya Wanê bal kişand ser qedexekirina çalakî û xwepêşandanan a walîtiyê û wiha got: “Ji bo çalakiyan hewcehî bi destûrê nîne. Heke lidarxistina wan neyê ragihandin jî ev yek nabe çalakiyeke derhiqûqî.”    Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê û Komîsyona Dozên Civakî li avahiya baroyê “Rapora Mafê –Civîn û Xwepêşandanan” eşkere kir. Beriya raporê daxuyaniyeke kin hate dayîn. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku bi domdarî qedexekirina lidarxistina çalakî û xwepêşandanan, binpêkirina makeqanûnê ye.    ‘HEWCEHÎ BI DESTÛRÊ NÎNE’    Piştre jî rapor ji hêla parêzer Hakan Bozkurt ve hate xwendin. Bozkurt, bal kişand ser çalakiya di 12’ê kanûnê de û wiha got: “Hêzên ewlekariyê bi hinceta ‘meşa bêdestûr’ çalakî asteng kirin û 48 kes binçav kirin. Civîn û xwepêşandan yek ji mafên herî girîng ên demokratîk e. Ji bo çalakî û xwepêşandanan hewcehî bi destûrê nîne. Li gorî usîlê ragihandinê tê kirin. Armanca vê jî ew e ku hêzên ewlekariyê ewlehiya çalakiyê bigirin. Ne peywira wan e ku biryarê bidin bê ka dê çalakî were lidarxistin an na. Hinek saziyên cemaweriyê û çapemeniyê ji bo meşan têgeha ‘meşên bêdestûr’ bi kar tînin. Di girtekên îfadeyên binçavkiriyên 12’ê kanûnê de jî ev têgeh pir hatiye bikaranîn. Ev rewş nîşan dide ku usûlê ragihandinê veguherandine usûlê destûrê. Ne ragihandina çalakiyê wê meşê ‘derhiqûqî’ nake.”    COTSTANDARTΠ   Bozkurt, axaftina xwe wiha qedand: “Walîtiya Wanê di navbera 21-29’ê mijdarê de çalakî û xwepêşandan qedexe kir. Lê heman walîtiyê di 25’ê mijdarê de ji bo 2 xwepêşandanan destûr daye û cotstandartî kiriye. Çalakiyên HDP û rêxistinên civaka sivîl bi hinceta ‘qedexeyê’ hatin astengkirin lê di heman rojê de destûr dan çalakiya Wezareta Malbat û Civakê. Divê otorîteyên cemaweriyê tavilê dev ji van cotstandartiyan berdin.”