Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne 2023-01-26 10:16:59   STENBOL - ESP û SGDF, li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gelek bajaran di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Endama ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur xwest li dijî tecrîdê her kes dengê xwe derxîne.   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Endamên ESP’ê û SGDF’ê piştî Îzmîr û Stenbolê çalakiyên xwe yên didomînin veguhestin Edeneyê. Hate hînbûn ku çalakgerên ku hem di çalakiya grevê de ne û hem jî serdana rêxistinên sivîl ên civakî dikin wê di rojên pêş de çalakiyên xwe veguhêzin bajarên Kurdistanê. Endama Rêxistina ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur a kete çalakiya greva birçîbûnê têkildarî çalakiyên xwe de axivî.    ‘EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’   Muldur a diyar kir ku li dijî tecrîda li girtîgehan û xespa mafan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin û anî ziman ku bi hesta berpirsyarî û peywîrê dest bi greve kirine û wiha got: “Ji ber tecrîd, îşkence, ferzkirina lêgerîna nava dev û lêgerîna tazî û xespên mafan ên li dijî mirovahiyê yên li girtiyên siyasî dikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Em jî di encamê de weke kesên polîtîk, dikarin bên girtin.”   Muldur, destnîşan kir ku heta tecrîdê bişikînin wê çalakiya greva xwe bidomînin û destnîşan kir ku bi piştevaniyê dikarin tecrîdê bişikînin. Muldur, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê bi çalakiyên greva birçîbûnê di qadên cuda de bi çalakiyên cuda heta ku tecrîdê bişikînin wê çalakiyên me bidomin. Çalakiya greva birçîbûnê sembolek e. Em ê di vê çarçoveyê de piştevaniyê mezin bikin û di bingeheke yekgirtî de xebatên berfirehtir bimeşînin.”   DI DEMA ÇALAKIYÊ DE SERDAN KIRIN    Muldur, daxuyand ku têkildarî grevê bertekên baş girtin, qasî çalakî berdewam kir bi nûnerên sazî û dezgehên ku pê re hevdîtin kirine nîqaşên “ji bo tecrîdê bişikînin dikarin çi bikin” bi rêve birine. Muldur, wiha domand: “Em di dema çalakiyê de li saziyan geriyan û armanca xwe ya çalakiyê ji wan re ragihand. Ew jî ji vê bandor bûn. Ji ber ku çalakiyên greva birçîbûnê li cihek û demekî diyar de tên kirin. Sazî jî tên serdanan û peyamên piştevaniyê didin. Lê me li vir hem ketin çalakiya greva birçîbûnê hem jî serdana saziyan kir û armanca xwe ji wan re vegotin. Me xwest ew jî di vê mijarê de bibin xwediyê mafê gotin û çalakiyê.”   ‘TECRÎD PIRSGIRÊKA HERKESÊ YE’   Muldur, destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêka herkesê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî kesên tweetekê diavêjin jî dikarin bên darizanin û bibin girtiyekî polîtîk. An jî kesekî li derve dikare ji ber rexneyekê bê girtin. Tenê mirovên li girtîgehan ne girtî ne, em jî girtî ne. Ji ber ku em nikarin fikrên xwe bibêjin. Dema em fikrên xwe dibêjin, tên binçavkirin û girtin.”   ‘EM DIXWAZIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’   Muldur, bal kişand ku 22 mehan zêdetir e ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha pê de çû: “Tevî parêzerên wî nahêlin bi kesê re hevdîtinê bike. Divê malbat, parêzer û gel rewşa wî bizanin. Divê ev yek were aşkerekirin û an jî bi yekê re hevdîtinê bike. Ji ber ku bi milyonan kesên wî mereq dikin hene. Divê rayagiştî were agahdarkirin. Di vê çarçoveyê de tecrîd ne tenê ji aliyê Abdullah Ocalan ve li dijî hemû girtiyan weke amûreke gefê tê bikaranîn.”   Muldur, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêvajoya tecrîdê bi Abdullah Ocalan dest pê kir. Hewl didin zext û tecrîdê li dijî hemû girtiyên siyasî pêk bînin. Em dixwazin vê tecrîdê bişikînin û wê planê ji holê rakin.”