AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir 2023-01-26 11:41:25   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir. AYM'ê serlêdanên ku HDP'ê di çarçoveya doza girtinê de kiribûn, îro nîqaş kirin û bi piraniya dengan red kir. HDP'ê ji bo doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê û têkildarî biryara blokekirinê daxwaza dema zêde kiribû.    AYM'ê daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir û ji bo daxwaza dema zêde 15 roj dan.    Her wiha AYM'ê biryar da ku HDP têkildarî esasê di 14'ê adarê de parastinê bike.