Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne 2023-01-26 12:27:36   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê bê dayîn û wiha got: “Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi peyamên ku wê Ocalan bide heye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike daye destpêkirin di roja 26’emîn de berdewam dike. Parlamenter Şevîn Coşkûn, Celadet Gaydali, Mûazzez Orhan, Kemal Pekoz, Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş bi dowizên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” , “Bila li Îmraliyê hevdîtin pêk were” dinivîsîn li ber Meclisê daxuyanî dan.    ‘HÛN NIKARIN SERÊ BÊHIQÛQIYÊ PEÇINÎNIN’   Coşkûn a li ber Meclisê axivî, diyar kir ku piştî Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk tên tecrîdkirin û wiha got: “Tecrîd 22 meh in hatiye mutleqkirin. Serlêdanên malbat û parêzeran bê bersiv tên hiştin. Serlêdanên Hevserokên me yên Giştî û parlamenterên me bê bersiv tên hiştin. Girtîgeha Îmraliyê ne din ava sînorên Tirkiyeyê de ye? Birêz Ocalan jî xwedî wan mafên ku girtiyên din xwediyê wan e lê ev maf bi awayekî keyfî tên astengkirin. Beriya niha hincetên weke rewşa hewayê dihatin pêşkeşkirin di demên dawî de di bin navê cezayên dîsîplînê de bi hincetên keyfî tê xwestin bêhiqûqî were veşartin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Hûn nikarin bi belavkirina demê, bi mijûlkirinê vê bêhiqûqiyê veşêrin.”   BANG LI WEZARETA DADÊ HATE KIRIN   Coşkûn, destnîşan kir ku wê li her derê tecrîda li Îmraliyê teşhîr bikin û diyar kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê têkoşîna xwe bidomînin. Coşkûn wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Em ji vir careke din peywîr û berpirsyartiya Wezareta Dadê bi bîr dixin. Dest ji vê tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye berdin. Heke li wir pergalek û hiqûqeke cuda tê sepandin, divê derkeve û vê aşkere bike.”   ‘PÊDIVÎ BI PEYAMA KU OCALAN BIDE HEYE’   Coşkûn, bi bîr xist ku di serdana CPT’yê ya li Îmraliyê Ocalan derneketiye hevdîtinê û ev tişt gotin: “Ev yek nîşaneya ku li wir pirsgirêkeke cidî heye ye. Îro di civakê de têkildarî jiyan û tenduristiya birêz Ocalan fikarên cidî hene. Divê ev fikar ji holê bên rakirin. Divê astengiyên li pêşiya parêzeran bên rakirin. Divê demildest hevdîtin dest pê bikin. Ji ber ku pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi peyameke ku Ocalan bide heye. Li dijî polîtîkayên desthilatê em ji vir bang li hemû muxalefetê dikin. Werin em li dijî vê tecrîdê bi hevkarî têbikoşin. Dema bêhiqûqiya li wir qediya, wê serdestiya hiqûqê ji bo herkesê baş be. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”