Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin 2023-01-26 12:37:22 COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û 10 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û ew girtin.    Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz li Karman hatibû vekirin. Danişîna Karamna li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Di danişînê de 10 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hati birîn û biryara girtina Karaman hat dayîn. Karaman ji eywana danişînê hat derxistin û wî birin girtîgehê.