Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn 2023-01-26 16:19:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dewleta tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê 14 caran bi çekên kîmyewî û carekî jî bi bombeyên qedexekirî êriş kir.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk di êrişên 25’ê çileyê de 11 caran bi balafirên şer, 14 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi helîkopteran, carekê bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obûs, tank û çekên giran êriş pêk anîn.    Hat ragihandin ku çekên kîmyewî di 25’ê çileyê de li herêma Çemço ya girêdayî bajarokê Şeladizê ya Amediyeyê hatine bikaranîn.