Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin 2023-01-27 09:01:19 EDENE - Li Edeneyê lêpirsîna der barê polîsan de ku hem li kuçeyê hem jî li qereqolê li E.E. xistibûn, 11 meh in bi dawî nebûye.    Li Edeneyê di 5'ê Adara 2022'yan de polîsan hem li derve hem jî li qereqolê li E.E. xistibûn ku hatibû diyarkirin li ser wî tiryak heye û ji noqteya lêgerînê ya polîsan reviyaye. E.E., bi rêya parêzerê xwe Baran Taygûn Metîn, di 17'ê Adarê de giliyê polîs A.T., A.O., H.U. û G.G. kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî bi sûcê "birîndarkirina qestî" der barê her 4 polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin û îfadeya polîsan û E.E. girtibû.    E.E. ku rapor ji bijîşk wergirtiye, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li Kolana Defneyê ya Taxa Mîthatpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê hatiye binçavkirin. Polîsan jî îdia kiriye ku wan li E.E. nexistiye, gava reviyaye lingê wî di peyarêyê de aliqiye û ketiye erdê.   Di dosyeya lêpirsînê de hatiye diyarkirin ku li odeya ku E.E. lê hatiye girtin û polîsan lêxistiye, kamera tune bûye.    Parêzerê E.E. Baran Taygûn Metîn, diyar kir ku lêpirsînê hê bi dawî nebûye û veneguheriye dozê. Metîn, anî ziman ku polîsan hem li kuçeyê hem jî li qereqolê li muwekîlê wî xistine û got ku tişta ku polîsan kiriye sûcê "îşkenceyê" ye, lê belê dozgeriyê bi "birîndarkirina qestî" lêpirsîn daye destpêkirin. Metîn da zanîn ku li qereqolê muwekîlê wî gotiye "bêhna min dernayê" û ji nêrdewanan ketiye xwarê û ji ber vê ew rakirine nexweşxaneyê û hatiye emeliyatkirin. Parêzer Metîn destnîşan kir ku heya niha der barê polîsan de doz nehatiye vekirin û got ku armanca vê ew e ku ser dosyeyê bê girtin û polîs bi bêcezatiyê bên xelatkirin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen