Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e 2023-01-27 09:02:12   ENQERE - Endamê MYK'a HDP'ê Emîr Alî Turkmen diyar kir ku dê di Konferansa Komara Demokratîk de pirsgirêka demokrasiyê ya sedsalî ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Pergaleke din pêkan e."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê "Konferansa Komara Demokratîk" li dar bixe. Konferans dê di navbera 4-5'ê Sibatê de li Stenbolê bê lidarxistin. Tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê dê nûnerên muxalefeta civakî, rewşenbîr, hunermend, bawermend, rêxistinên jinan, ekolojîst, astengdar û rêxistinên ciwanan jî tevlî konferansê bibin. Di konferansê de dê avakirina Komara Demokratîk bê nîqaşkirin.    Endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya HDP'ê Emîr Alî Turkmen têkildarî konferansê axivî. Turkmen diyar kir ku dê di Konferansa Komara Demokratîk de pirsgirêka demokrasiyê ya sedsalî ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Pergaleke din pêkan e."    Emîr Alî Turkmen   DI KONFERANSÊ DE DÊ ÇI BÊ NÎQAŞKIRIN?   Turkmen diyar kir ku di konferanseke du rojî de nîqaşkirina hemû sernavan ne pêlan e, lê ev konferans dê konferansa destpêkê be û got: "Me gelek mijar daxilî nava rojevê nekirin. Di rojên pêş de dê li qadên cuda nîqaşkirina Komara Demokratîk bidome û em ê ji bo vê panelan li dar bixin. Em di pêvajoyeke wisa de ku şer, kedxwarî, xizanî, bihabûn veguherîne pirsgirêkên kronîk, dixwazin ji bo pêşxistina daxwazên ji bo têkoşîna aştiyê û avakirina xeteke têkoşînê ya li ser esasê fikra Komara Demokratîk biaxivin. Em dixwazin di sedsala duyemîn a komarê de pêvajoya avakirina Komara Demokratîk û daxwazên ji bo hevwelatîbûnê nîqaş bikin."    Turkmen da zanîn ku tevahiya derdorên civakî pirsa "çima komar û demokrasî nayên cem hev" dikin û got: "Em dixwazin vê yekê nîqaş bikin. Ev dê bibe rûniştinek ku bê partiya me HDP çawa nêzî Komara Demokratîk dibe û divê zemîna wê û defetên wê li ser kîjan asasê bin. Bi bangawazî û hewldana HDP'ê me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Di roja duduyan a konferansê de dê fikirên cuda yên vê tifaqê bên nîqaşkirin. Di her du rûniştinên dawî de jî em ê tişta ku derdorên Tirkiyeyê li ser diaxivin an jî daxwazên xwe çawa îfade dikin nîqaş bikin. Daxwazên civakî yên kurdên li Tirkiyeyê çi ne? Di Komara Demokratîk de beranberiya van daxwazan çi ye? Koma Demokratîk ji bo jinan tê çi wateyê û daxwazên jinan çi ne? Komara Demokratîk çi qasî dikare ekolojiyê xurt bike? Em ê li bersiva prisên 'Ciwan doza çi dikin?' bigerin ku li Tirkiyeyê her kes wan wekî nifşê 'x' û nifşê 'z' nîqaş dike, lê ew bi xwe naaxivin."     KOMAR Û DEMOKRASÎ   Turkmen destnîşan kir ku gava ew li 10 salên HDP'ê mêze dikin, dînamîkên jiyaneke nû an jî çandeke nû tê xuyakirin û got: "Li Tirkiyeyê di pêvajoyeke wisa de ku her tişt bûye monopol, em dizanin ku beramberiyeke civakî ya mafê pirçandîtî, jiyana hevpar, axaftin û nivîsandina bi zimanê xwe heye. Em navê vê wekî jiyana nû bi formul dikin. Yek ji stûnên girîng ên avakirina jiyana nû jî, berfirehkirina têkoşîna rêya sêyem e ku HDP di warê polîtîk de wê diceribîne û gihandina wê ya derdorên civakî yên cuda ye. Lewma di vî warî de hilbijartin pir girîng in. Em ê van torên xwe yên têkoşînê berfireh bikin û di heyama bê de ji bo parlementoyeke nû, destûreke bingehîn a nû tevbigerin. Em ew kevneşopî ne ku dibêjin ev bi Komara Demokratîkl pêkan in. Ev kevneşopî ji bo vê têdikoşe."    Turkmen axaftina xwe wiha domand: "Ber bi sedsala duduyan a komarê ve rêveberiya kêfî bêhiqîqîtî, neesasgirtina destûra bingehîn, şer, tahde, cihêkarî û rageşiyê gir dike û rêveberiya otorîter didomîne. Guherandina vê rejîmê, ancax bi avakirna demokrasiyeke xurt û xwecihî û muzakereyî pêkan e. Ber bi sedsala duduyan a avakirinê ve, armanca me ya 2023'yan demokratîkbûyîna komarê, avakirina Komara Demokratîk e. Rêya guherîn û veguherîna demokratîk, bi yekbûn û xurtkirina muxalefeta civakî û siyasî pêkan e."    ABDULLAH OCALAN Û KOMARA DEMOKRATÎK   Turkmen bilêv kir ku têgeha "KOmara Demokratîk" derî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji Şoreşa Fransayê heya niha nîqaşên der barê komarê de, di heman demê de ji aliyê gelek feylezofan ve bi navên cuda hatiye nîqaşkirin. Di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de jî birêz Abdullah Ocalan di warê Komara Demokratîk de teza xwe bi civakê re parve kiriye. Tenê ne gelên vê erdnîgariyê, gelên cîhanê yên li erdnîgariyên cuda jî dizanin ku Ocalan di warê jinûveavakirina civakê de fikireke girîng e. Ev fikir li akademiyên Ewropayê jî tê nîqaşkirin. Bêyî vê pergaleke polîtîk pêkan e yan na, nizanim. Lê ez wisa difikirim ku hemû zemînên polîtîk girîng in. Bi xwendina wan re jinûve nîqaşkirina fikira komarê pêdiviyek e."    MA / Firat Can Arslan