Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin 2023-01-29 09:25:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay hate binçavkirin.    Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay dema dixwest ji Stenbolê derbasî Amedê bibe li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hate binçavkirin. Li gorî nûçeya Yenî Yaşamê, Altan şevê din saet derdora 18.00’an de hate binçavkirin.    Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya Stenbolê li bavê Altay geriya û jê re got ku keça wî hatiye binçavkirin.    Li ser vê yekê parêzerê Altay, Sercan Korkmaz li emniyetê geriya. Emniyetê ji parêzer re got ku ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Têkildarî sedema binçavkirina Altay tu agahî nehatin dayîn.