Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin 2023-01-29 14:53:03 NAVENDA NÛÇEYAN – Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê welatiyê bi navê Tewfîq Hesen revandin.    Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; koma paramîlîter a Firqeya 'El Hemze' ya Turkmen ku girêdayî dewleta tirk e, welatiyê bi navê Tewfîq Hesen (45) ê ji gundê Qeregolê ku li Taxa Zêdiyê ya Efrînê rêdinişt, di 2’yê çileyê de revand û radestî MÎT'ê kir.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Efrîn ev 5 sal in hatiye dagirkirin û ji revandina sivîlan heta kuştin, îşkencekirin, talankirina xwezayê û guherandina demografyayê, gelek sûcên li dijî mirovahiyê ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve tên kirin.