Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne 2023-01-30 09:02:52   AMED - Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler, Hasîne Guler bertek nîşanî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag da û got: “Di navbera girtiyên nexweş de cihêkariyê dikin. Dizan, mafya, tecawizkar û kujeran berdidin lê girtiyên me bernadin. Bila wezîrê dadê soza xwe bi cih bîne û girtiyên nexweş berde.”   Wezareta Dadê di 3’yê çileyê de “Giştînameya têkildarî kêmkirin an jî rakirina cezayê kesan a ji ber nexweşî, astengdarî yan jî kalbûnê”  weşand. Bi weşandina giştînameyê re hêviyek bo malbatên girtiyên nexweş çêbû lê heta niha jî gavekî şênber nehatiye avêtin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi hinceta kalbûnê,  cezayên muebbetê ên Îlhan Kiliç (87) û Kenan Denîz (75) ku ji “Doza 28’ê Sibatê” dihatin darizandin betal kir. Her wiha cezayê girtiyê edlî Osman Kartal jî ku 9 sal û 46 meh û 24 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn, bi sedema “astengdariya mayînde” betal kir. Lê ji bo girtiyên nexweş ên kurd ên weke Mehmet Emîn Ozkan, Siddik Guler û hêj gelek girtiyên din nayên berdan. Ev yek di raya giştî ya kurd de rê li ber bertekan vedike.     Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan de 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji ber binpêkirinên de di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji girtiyên ku rewşa wî roj bi roj girantir dibe jî Siddik Guler (84) e ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin.     Hevjîna Guler, Hasîne Guler (74) derheqê rewşa hevjînê xwe de axivî.    ‘LI SER KURSÎ TÊ HEVDÎTINAN’   Guler, diyar kir ku hevjînê wê ev 27 sal in girtî ye û bi gelek nexweşiyan ketiye. Guler ev tişt anî ziman: “Heta niha du caran anjiyo bû û nexweşê hîpertansiyonê ye. 9 meh berê ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Îskenderûnê şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê. Her çiqas biribin nexweşxaneyê jî lê baş nehat tedawîkirin. Mehek berê diviyabû ji ber kevirê li ser ziravika wî bihata emeliyatkirin. Lê nehatiye emeliyatkirin. Nexweşiya wî êdî pêş dikeve û tiştan ji bîr dike. Heta carnan vexwarina avê jî ji bîr dike. Zarokên min ên çûne hevdîtinê gotin ku bavê wan an li ser kursiya biteker an jî bi dîwaran digire wisa tê hevdîtinê. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne.”    Guler destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê xwe nikare biçe serdana hevjînê xwe û wiha pê de çû: “Hevjînê min birine cihekî dûr û ez nikarim rêwîtiyên dûr ragirim. Dixwazim ku hevjînê min bê berdan. Heke bernedin jî bila bînin Amedê. Da ku em bikarin biçin hevdîtina wî.”   BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR: SOZA XWE PÊK BÎNE   Guler bal kişand ser giştînameya Wezareta Dadê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wezîrê dadê dibêje heke Saziya Tipa Edlî (ATK) raporê bide dê girtiyên nexweş bên berdan. Jixwe ATK di destê wan de ye. Di navbera girtiyên nexweş de cihêkariyê dikin. Raporan didin dizan, tecawizkar, kujer, mafya û tiryakkêşan lê nadin ên mîna hevjînê min û Mehmet Emîn Ozkan. Ev yek bi tenêya serê xwe nîşan dide ku edalet nîne. Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe. Nikarin bi tena serê xwe bijîn. Heke edalet hebûya diviya tavilê bihatina berdan. Em dixwazin ku bi qanûnên xwe bikin. Heke bi qanûnên xwe bikirana dê girtiyên nexweş bihatina berdan. Bila wezîrê dadê li ser soza xwe bisekine û girtiyên nexweş berde.”    MA / Mehmet Guleş - Zerrîn Sargut