Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin 2023-01-30 13:30:25   COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 39 gund û mezrayan li çûnehatê hat girtin.    Li Colemêrgê û navçeyên wê du roj in berf dibare û bandora xwe dide nîşandan. Bi barîna berfê re li Colemêrgê rêya 6 gund û 33 mezrayan li çûnehatê hat girtin. Tîmên Îdareya Tabyet a Bajêr û Rêya Bejahiyê ragihandin ku li navenda Colemêrgê rêya gundekî û mezrayekê, li navçeya Şemzanînê rêya 3 gund û 24 mezrayan, li navçeya Geverê jî rêya 2 gund û 8 mezrayan li çûnehatê hatiye girtin û ji bo paqijkirina rêyan xebat dane destpêkirin.