Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin 2023-01-31 09:02:34   WAN - Parêzer Dersim Erîşen diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan êdî gihaştine asta binpêkirina mafê jiyanê û got: "Rewşa girtîgehan pir xirab e û dibe ki mirin zêde bibin. Pirsên me yên di vî warî de ku em berpêşî kesên têkildar dikin jî nayên bersivandin. Ne girtîgeh ne jî Wezareta Dadê bi tu awayî tiştekî nabêjin."    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berxwedana girtiyan didome. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê di 3'yê mijdara 2022'yan de li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin didome. Girtî Yakûp Brûkanli ku di 28'ê cotmeha 2022'yan de li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan agir berdabû bedena xwe, çendî bi xetereya ku enfeksiyonê bigire re rû bi rû ye jî, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin, tenê li revîra girtîgehê tê dermankirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxa Wanê Parêzer Dersim Erîşen, têkildarî tiştên li girtîgehan diqewimin axivî.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN   Erîşen diyar kir ku li girtîgehan xwegihandina mafê tenduristiyê vegueriye pirsgirêkekê û wiha got: "Ji ber ku derfetên dermankirinê tune ne, girtî jiyana xwe ji dest didin. Rewşa girtîgehan pir xirab e û dibe ki mirin zêde bibin. Pirsên me yên di vî warî de ku em berpêşî kesên têkildar dikin jî nayên bersivandin. Ne girtîgeh ne jî Wezareta Dadê bi tu awayî tiştekî nabêjin."    ATK VEGUHERIYE AMÛRA ÎŞKENCEYÊ   Erîşen destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan li gorî hiqûqa navneteweyî tevnagerin û wiha axivî: "Bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî pirsgirêkên wekî ferzkirina lêgerîna tazî, jimariya li ser pêyan, tecrîd, binpêkirina fealiyetên civakî, sînordarkirina mafê pêwendîdanînê, astengkirina xwegihandina mafê tenduristiyê, şewitandina înfazan rû didin." Erîşen bal kişand ser raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bi van raporan berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û got: "Bi taybetî gava em li hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin dinêrin, dertê holê ku raporên ATK'ê bê zemîneke çawa amade dikin ji bo van mirinan. Pirsgirêk êdî gihaştiye asta binpêkirina mafê jiyanê."    Erîşen bilêv kir ku ATK êdî veguheriye amûreke îşkenceyê.    Erîşen destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê pergala înfazê bê guherandin, girtiyên nexweş demildest bên berdan û bên dermankirin.    Erîşen hin pirsgirêkên li girtîgehan rû didin bi vî awayî ragihandin:    * Awayê qawîşan: Ne li gor şert û mercên avhewayê e, tav pir li wan naxe, cihên girtî lê dimînin germkirina wan kêm e û baş hewayê nastînin û zirarê didin çavan.    * Xwarin: Xwarinên ku tenduristiya girtiyan biparêzin nayên dayîn. Bêyî nexweşîn esas bên girtin tenê xwarineke diyetê tê dayîn û ev jî hin tiştên kêmrûn û kêmxwê ne. Ava germ û paqijî bi hin rojan hatine sînordarkirin.    * Revîr: Xwegihandina tenduristiyê û bijîşk pirsgirêkeke mezin e. Girtî li revîrê tên muayenekirin û dermankirin.    * Rîng: Sewqa ji bo nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve tê kirin û girtî bi wesayîtên rîngê ku ji wan re dibêjin 'tabût atîk' tên sewqkirin. Ev tenê ne ji bo çûna nexweşxaneyê, ji bo çûna dadgehan jî tên bikaranîn. Girtiyên bi rîngê dibin nexweşxaneyê, divê li benda dermankirina girtiyên din jî bisekinin. Girtiyên bi van zor ûz ehmetiyan re rû bi rû dimînin, naxwazin bên dermankirin.    * Muayeneya bi awayê kelemçekirî: Bêyî ku mahremiya nexweş esas bê girtin, nexweş bi awayekî destkelemçekirî tên dermankiri.    MA / Bêrîvan Kûtlû