2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn 2023-01-31 10:17:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nazîla Marûfiyan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû weşand hatibû girtin û di 9’ê çileyê de bi kefaletê hatibû berdan 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha ji Marûfiyan ku cezayê wê hate taloqkirin re 5 salan cezayê qedexe derveyî welat hate birîn.    Rojnamevan Nazîla Marûfiyan a li bajarê Seqîz ê Rojhilatê Kurdistanê dijî, ji ber ku di 13’ê cotmeha 2022’yan de hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê polîsên Geşt-î Îrşad ve di bin çavan de hate îşkencekirin û di 16’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da kiribû weşand, 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.    QEDEXEYA DERVEYÎ WELAT   Rojnamevana Seqizî Marufiyan a 23 salî ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcê “propagandaya li dijî rejîmê” û “weşandina nûçeyên derew ên ji bo sorkirina raya giştî” ceza girt. Rojnamevan Nazîla Marûfiyan a biryar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand, da zanîn ku di 28’ê çileyê de ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye vexwendin û biryar bi awayekî fermî ji wê re hatiye teblîxkirin. Marûfiyan, anî ziman ku 2 sal cezayê hefsê yê lê hatiye birîn hatiye taloqkirin û 5 salan cezayê qedexeya derveyî welat lê hatiye birîn.    DI 30’Ê COTMEHÊ DE HATE GIRTIN   Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Cotmeha 2022’an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hat girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hat.    BI KEFALETÊ HATE BERDAN   Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran aciz bûbû û sewqkiribûn nexweşxaneyê û hatibû dermankirin.    Marûfiyan di 9’ê çileyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.