Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin 2023-01-31 10:42:50   ENQERE - Girtiyan heta niha li derveyî lêçûnên ronahîkirinê her wiha fatûreyên ceyranê didan ku girtîgeh di statûya “ticaretxaneyê” de bûn. Bi biryareke nû re statûya “ticaretxaneyê” ya girtîgehan hate guherandin û girtî dê êdî dê fatûreyên xwe li gorî “terîfeya xanî” bidin.    Ji ber ku girtîgeh di “statûya ticaretxaneyê” de dihatin hesibandin, fatûreyên ceyranê yên girtiyan pir zêde dihatin. Bi biryarnameya nû re ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, êdî statûya girtîgeha ji “ticaretxaneyan” guherandin “statûya xaniyan.” Rêziknameya Têkildarî Guherandina Rêziknameya Derheqê Alav û Madeyên ku li Girtîgehan tên Ragirtin a Wezareta Dadê, di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê.    Bi vê yekê re êdî girtiyên ku lêçûnên ceyranê ji berîka xwe didan dê fatûreyên kêmtir bidin.    DESTÛRA OCAXA CEYRANÊ HATE DAYÎN   Di heman demê de girtî dê bikarin ocaxên ceyranê li qawîşên xwe bi kar bînin. Di rêziknameyê de wiha tê gotin: “Li girtîgehên ku tiştên mitbaxê lê tune, heke cihekî ku xwarin lê were çêkirin tune be, hikûmxwar dikarin li qawîşên xwe, ode û pêvekên wan, bi qasî ku têrî wan dike her cureyên xurek û alavên ku rêveberiya girtîgehê dayîne li cem xwe bigirin.”   Bi domdarî wiha tê gotin: “Heke derfetên fîzîkî yên girtîgehê rê bidin, girtî dikarin ocaxên ceyranê bibin ode û qawîşên xwe. Heke ji bo ewlehiyê pirsgirêk nebe dikare tupî li qawîşan an jî derveyî odeyê bihêlin, ocaxê jî li qawîş an jî li odeyê xwe deynin. Her wiha destûr hatiye dayîn ku ocaxên tupî yan jî yên xazê bên bikaranîn.”