Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir 2023-01-31 11:19:31   EDENE - Welatiyê bi navê Mûrat Daşkan li Edeneyê hatibû kuştin û ji ber mirina Daşkan, li polîsê bi navê B.O. doz hatibû vekirin. Emniyetê ji bo kameraya wesayîta zirxî gotibû “naxebite” lê di rapora kesê pispor de wiha hat gotin: “Tu pirsgirêkên cîhaz nebûn û dixebitiya.”    Di dema xwepêşandanên 1’ê sibata 2016’an ên li Taxa Seyhan a Edeneyê de welatiyê bi navê Mûrat Daşkan hatibû kuştin.  Ji ber mirina Daşkan, bi îdiaya “kuştina bi qesdî”li polîsê bi navê B.O. doz hatibû vekirin.    DARIZANDINA NÛ   Lêpirsîna têkildarî mirina Daşkan di 2020’an de temam bû û bi sedema “kuştina bi qesdî” derheqê B.O. de îdianame hate amadekirin. Piştî ku îdianame hat qebûlkirin, danişîna biryarê ya dozê di 6’ê cotmeha 2020’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate lidarxistin. Di danişînê de dadgehê îdiaya “Têkildarî sûcê heyî bi qasî tê xwestin delîl tune ne” kir û biryara beraetê da.    Parêzerê Daşkan, Îlhan Ongor jî biryara beraetê bir Dadgeha Kargêrî ya Edeneyê. 13'emîn Daîreya Cezayan jî got; “Dadgeha herêmî lêkolîna delîlan kêm kiriye” û biryara beraetê xera kir.   Di biryarê de hat destnîşankirin ku li ser pergala kameraya wesayîta zirxî ya ku polîsê bersûc tê de bû bi qasî tê xwestin lêkolîn nehatiye kirin. Di biryarê de cih da îdiaya Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendirmeyan ku di rapora kesê pispor a di 2016’an de digot; “Ji ber ku têlên cîhaza ji bo lêkolînê hatine şandin tune bû, cîhaz nehatiye xebitandin.” Di biryarê de hate gotin ku lêkolîneke baş li ser dîmenên wê rojê nehatiye kirin.  Her wiha hat destnîşankirin ku piştî qabloyên cîhazê behsa xeberê hatine peydakirin jî lêkolîna kesê pispor nehatiye kirin û tenê girteka emniyetê ya di 22’yê mijdara 2016’an ku digot; “Dîmenên wê rojê yên cihê bûyerê nînin” esas hatiye girtin.    Piştî biryarê jî darizandina bersûc B.O. ya li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê dîsa dest pê kir. 4’emîn danişîna dozê de 27’ê kanûna 2022’yan de hate lidarxistin. Di danişînê de rapora kesê pispor a têkildarî dîmenên wesayîta bi plakaya 01 A 0559 ên cihê bûyerê jî li dosyayê hatin zêdekirin.    RAPORA KESÊ PISPOR: KAMERA DIXEBITE   Di raporê de berevajî îdiayên emniyetê, hat gotin ku di cîhazê qeydkirinê de tu pirsgirêk nînin. Di raporê de wiha hat gotin: “ (...) Heta 17/03/2016’an jî di cîhazê behsa xeberê de tu pirsgirêk xuya nakin. Dixebitî û dîmen qeyd kirine (...)"   Tevî rapora kesê pispor jî dozger bi îdiaya “Delîlên ji gumanê dûr, teqez û şênber tune ne” xwest ku polîsê bersûc beraet bike. Dozger xwest ku rapora kesê pispor ji buroya lêpirsînê re were şandin. Dadgehê jî ji bo parastina li dijî mutalaayê, danişîna dozê taloqî 2’yê sibatê kir.    FAÎL JÎ YÊN LÊKOLÎNÊ DIKIN JÎ HEMAN POLÎS IN!    Parêzer Îlhan Ongor jî rapora kesê pispor û mutalaa nirxand û wiha got: “Di mutalaayê de delîlên heyî hatin paşguhkirin. Polîs an jî polîsê ku tê îdiakirin bûyer pêk aniye û polîsên lêpirsînê dikin di heman yekîneyê de dixebitin. Her wiha dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe jî ji wan dozgeran e ku bûyerên terorê yên bi payeya taybet lêkolîn dike. Her wiha polîsên weke şahid hatine nîşandan jî di heman yekîneyê de dixebitin. Emniyetê îdia dikir ku kamera xerab bûn. Di rapora kesê pispor de derket holê ku kamera saxlem bû û dixebitiya. Bi vê rastiyê re derket holê ku şahidan û yekîneyên emniyetên îfadeyên nerast pêşkeş kirine û meqamên darazê lêhbandine û sûc kirine. Em dixwazin ku derheqê kesên rayedar û şahidan de ku bi derewan û tunekirina delîlan sûc kirine, serlêdana sûc were kirin.”   'MUTALAA DERBASDAR NÎNE’   Ongor, bi lêv kir ku tu delîlên ku miwekîlê wî ji polîsan reviya be tune ne û wiha bi dawî kir: “Divê polîsê bersûc were cezakirin. Ji bo ku li dijî Mûrat Daşkan çekê bi kar bîne tu sedem li dosyayê zêde nekirine. Anku bi awayekî keyfî kuşt. Ev polîsê TEM’ê bi sala ye di bûyerên civakî de xebitî ye û baş dizane bê ka kî çalakvan e û kî nîne. Baş dizane dê çekê kengî bi kar bîne. Di vê bûyerê de gule li pişta Daşkan da ye. Anku mimkin nîne guleya berdayî hewa li Daşkan ketibe. Ji roja bûyerê heta niha hêzên ewlekariyê û yên lêpirsînê ji bo bûyerê veşêrin her tiştî dikin.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen