Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin 2023-01-31 12:01:57 BEDLÎS - Rojnamevan Sînan Aygul li Tetwanê ji ber nûçeyek derarê îdayên tacîzê de çêkiriye, demek girtî ma û niha ew bû rojnamevanê ku yekemîn e ji hişyariya “Qanûna Sansurê” derbarê wî de doz hat vekirin. Heta sê salan cezayê hefsê ji Aygul re tê xwestin.    Li ser Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul ne lêpirsîn, ne doz, ne binçavkirin û ne jî girtin diqedin. Aygul di 13’ê kanûna 2022’yan de ji ber îdiayên derbarê bûyerek tacîza cinsî de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kiribû, çend saet şûnve hatibû hatibû binçavkirin. Aygul di 14’ê kanûnê de ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Tetwanê ve hat girtin û di 22’yê kanûna 2022’yan de hat berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê ku derbarê Aygul de lêpirsînê bi rê ve bir, îdianame amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Îdianameya wî ji rûpelekê pêk tê. Aygul bû yek ji wan rojnamevanan ê yekemîn e ku di çarçoveya “Qanûna Sansurê” de doz lê tê vekirin. Doz bi îdiaya “Parvekirina nûçeyeke bêbingeh derbarê îstîsmara zayendî ya zarokan ku yek ji mijarên hesas di rojeva welat de ye” hat vekirin û heta 3 salan ceza ji Aygul re tê xwestin. Dozger xwestiye ku Aygul bê cezakirin.    DAXWAZA DI ASTA JOR DE CEZAKIRIN    Dozger di îdianameyê de diyar kiriye ku Aygul di parvekirina xwe ya ser medya dîjîtal de endamên emniyet û leşkeriyê wek gumanbar nîşan daye û xwestiye bi xisûsa ku girseya xwe berfire bike û di asta jor de ji Aygul re ceza xwestiye û daxwaz kiriye ku Aygul ji hin mafan bê mehkûmkirin.    DANIŞÎNA EWIL DI 28’Ê SIBATÊ DE YE    1’emîn Dagdgeha Cezayê Asliye ya Tetwanê îdianameya hatiye amadekirin qebûl kir. Danişîna ewil a doza “Qanûna Sansurê” ku li Aygul hatiye vekirin, dê di 28’ê sibatê de li vê dadgeha navborî bê lidarxistin.