Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin 2023-01-31 15:18:28   STENBOL - Bi hêceta ku rojnamevan Sezgîn Kartal dişibe kesek di wêneyek li Kobanê hatiye kişandin de dişibin hev, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hat vekirin.    Rojnamevan Sezgîn Kartal di 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û di 13’ê çile de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Lêpirsîna derbarê Kartal de temam bû û îdianame hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianame amade kiriye û ji 4 rûpelan pêk tê û 2 rûpelên wê jî qala dîroka PKK/KCK/YPG’ê dike. Bi hêceta wêneyek li Edeneyê di îlona 2020’an hatiye desteserkirin û tê gotin ku ev wêne di îlona 2014’an de li Kobanê hatiye kişandin û kesê di wêne de jî şibandine Kartal û ev yek kirine îdiaya girtina wî. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatiye vekirin û tê îdiakirin ku ew kesê di wêne de jî Sezgîn Kartal e. Danişîna ewil a doza Kartal di 4’ê nîsanê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin.