Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye 2023-01-31 15:48:13   WAN - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê di panelekê de axivî, diyar kir ku çareseriya krîzên siyasî yên Tirkiyeyê bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e û bi lêv kir ku ew jî paradîgmaya ku Abdullah Ocalan daniye holê ye.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li eywaneke dawetê panela bi navê “Siyaseta Demokratîk û Rêya Sêyemîn” li dar xist. Weke axivîner parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî beşdar bûn. Ji bilî gel partiyên siyasî yên li bajêr, rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî panelê bûn. Di panela ku bi rêzgirtinê dest pê kir de dirûşmeya “Şehît namirin” hate berzkirin. Moderatoriya panelê jî Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî kir.    Sezaî Temellî yê ewilî di panelê de axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke siyasî ya mezin heye lê vîna ku vê krîzê çareser bike nîne û wiha got: “Dema ku em dipirsin bê ka çima welat demokratîk nebûye, em bi arîşeyên binyadî yên Komarê yên 100 salî re rû bi rû dimînin. Her çend di serdemên cuda de bi navên cuda tê gotin jî, ev welat her tim erdnîgariyeke krîzan e. Ev pergal krîz bi xwe ye û ji bo derbaskirina vê jî pêwîstî bi afirandina pergaleke nû heye. Em dibêjin ku 'siyaseteke din pêkan e'. Ew rê 'rêya sêyemîn' e. Çareserî; Bi xwedî derketina wê paradîgmayê dest pê dike, ew paradîgma tezên Ocalan in. Ocalan tiştekî ji me re dibêje û tişta ku dibêje rêya derketina ji krîza ku em tê re derbas dibin e. Ocalan nîşanî me dide ku siyaseteke din çawa pêkan e.”   Piştî Temellî di axaftina xwe de behsa Abdullah Ocalan kir li eywanê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   TIFAQA MILET REXNE KIR   Temellî ku bi bîr xist dewlet niha di pêvajoyeke têkçûnê de ye, têkildarî metna mutabakata ku Tifaqa Milet aşkere kir jî wiha axivî: “Pirsgirêkên binyadî yên vî welatî nexistin nav metna ku wan ragihand. Her kes dizane ku pirsgirêka binyadî ya vî welatî pirsgirêka kurd e lê cih nedane vê. Dibêjin bêyî HDP nabe lê naaxivin ku dê bi HDP’ê re çawa be. Heta ku bi me re nekevin diyalogê tiştekî wiha nabe. Hebûna bi HDP'ê re tê wateya axaftina li ser pirsgirêka kurd, axaftina li ser tecrîdê, azadiya Ocalan, girtiyên siyasî, Rojava û Başûr. Yên ku me weke deng dibînin bêyî ku li ser van tiştan ji me re biaxivin divê zanibin ku di vê dengdanê de dîrokek, bedeleke 40 salan heye. Lewma rêya me 'rêya sêyemîn' e.” Axaftina Temellî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.   TIFAQA KURDAN   Dîlan Dîrayet Taşdemîr a piştî Temellî axivî jî wiha got: “Tifaqa ku kurd wê di nava xwe de ava bikin, wê li çar parçeyên Kurdistanê bibe rêyeke girîng. Li temamî van parçeyan polîtîkayeke zextê heye. Naxwazin kurd li ser lingên xwe bisekinin. Divê li her çar parçeyan tifaqek bê avakirin. Îro li Rojhilata Navîn pirsgirêkên herî mezin cihêbûn û marjînalkirina gelan e. Li Rojhilata Navîn ku bi sedsalan e di nava şer û zordariyê de ye, gelek dixwaze bi tepisandina gelekî din bijî.”   TÊKOŞÎNA TIRKIYEYA DEMOKRATÎK   Taşdemîr, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn paradîgmayeke nû derketiye holê û ev tişt got: “Gelê kurd pêşengiyê ji vê re dike. Di pêşengtiya kurdan de îro li Rojhilata Navîn hêviya jiyanek nû şîn bûye. Li Rojhilata Navîn gelek şoreş pêk hatin, lê em dibînin ku di qonaxa heyî de cihê xwe nedîtine. Îro li Rojhilata Navîn modeleke nû ya bi modela konfederalîzmê ji aliyê kurdan ve hatiye zindîkirin. Ev bi saya fikra Birêz Abdullah Ocalan e. Di pêşengtiya jinê de jiyaneke nû tê avakirin. Em dibêjin ku bi rêbaza sêyemîn re siyaseteke demokratîk a ku her bawerî, her nasname û her bawerî dikare pêk were, pêkan e. Em ne kesk û ne jî spî ne, alternatîfeke ku her kesên ji sîstemê dûr in bi afirandina tifaqeke nû ya bi rêya sêyemîn re pêşkêş dikin. Bi 'rêya sêyemîn' re jin weke vînekê daketin qadan. Îro ev 'rêya sêyem' bi pêşengtiya jinan pêk tê. Ji bo Kurdistana azad, Tirkiyeyeke demokratîk berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.