Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê 2023-01-31 20:06:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koçberiyê û Koçberan a Iraqê ragihand ku 231 koçber ji Wargeha Bêrsivê-1 a li Zaxoyê vegeriyane Şengalê.   Wezîra Koçberiyê û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 39 malbatên koçber ji Wargeha Bêrsivê-1 a li Zaxoyê vegeriyane Şengalê. Fayeq diyar kir ku piştî tidarekên veguhastinê û ewlehiyê bi hevkariya navenda krîzê ya li Herêma Kurdistanê û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan malbatan kariye vegerin.   Her wiha hat zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nahêle koçber ji wargehên li Hewlêr û Dihokê vegerin cih û warê xwe. Koçber ji ber van astengiyên PDK’ê bi fikar in.