Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin 2023-02-01 09:04:43   EDENE - Nûnerên HDP, HDK û DBP'ê ku bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, anîn ziman ku ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 6'ê Sibatê de li dij tecrîdê bê lidarxistin, pêşwazî bikin dest bi amadekariyan kirine.    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji ber vê çalakiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê bênavber didomin. Di salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibata 1999'an ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, dê di 6'ê Sibatê de ji navçeya Qoser a Mêrdînê û Colemêrga Geverê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ji du milan ve ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin.    Li Edeneyê nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin.    'TECRÎD LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E'   Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, anî ziman ku Ocalan 24 sal in bi pêkanînekê re rû bi rû ye ku di normên hiqûqa gerdûnî de tu beramberiyeke wê tune ye û got ku tecrîda li ser Ocalan li dijî mafên mirovan e û divê di çarçoveya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê nirxandin.     TECRÎD Û POLÎTÎYA ŞER   Karakiş destnîşan kir ku sedema kotromiya Tirkiyeyê polîtîkayên şer û tecrîdê ne û got: "Sedema krîza aborî, polîtîkayên şer û tecrîdê ne. Tirkiye di qada navneteweyî de, bi bêîtibariyeke dîplomatîk re rû bi rû ye. Sedema vê jî polîtîkayên şer û tecrîdê ne. Sedema xizanî û nelirêtiyê jî polîtîkayên şer û tecrîdê ne. Di warê demokrasî û aboriyê de pêşketina Tirkiyeyê bi bidawîbûna polîtîkayên şer û tecrîdê pêkan e."    ‘EM Ê MEŞA GEMLÎKÊ PÊŞWAZÎ BIKIN'   Karakiş bilêv kir ku meşa ku dê ji du milan ve bi beşdarbûna parlementeran û hevserokên giştî di 6'ê Sibatê de bê lidarxistin watedar e û wiha got: "Şandeyek dê di 14'ê Sibatê de li Edeneyê be. Ev meşeke demokratîk û rewa ye. Meşeke ku dê ji bo siberoja mafên demokratîk ên gelên Tirkiyeyê bê lidarxistin. Em HDP'a Edeneyê jî, em ê bi awayekî herî baş şandeya ku bê bajarê me pêşwazî bikin. Em bang li hemû kesên baweriya wan bi demokrasî, edalet û mafên mirovan heye dikin ku li dijî tecrîdê tevlî çalakiyên demokratîk bibin."    FIKAR   Hevberdevkê DBP'ê yê Herêma Çûkûrovayê Enver Guler jî diyar kir ku nêzî 2 sal in tu xeber ji Ocalan nayê girtin û wiha axivî: "Heya niha çi li nava welêt çi jî ji derveyî welêt bi sedan serlêdan hatine kirin ji bo hevdîtinê, lê hemû jî bê bersiv mane. Xebernegirtin û fikarin ji bo jiyana birêz Ocalan ne tecrîdeke ji rêzê ye. Bi awayekî sade polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd bi xwe ye. Ji aliyê desthilatê ve nebersivandina serlêdanan û esas negirtina daxwazan tê wateya ku di meseleya kurdî de di rêbazên xwe de israr dike. Tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan û xebernegirtina jê li bara civakê bûye cihê fikarên mezin. Li Îmraliyê hiqûq hatiye hilawistin."    BANGA JI BO MEŞÊ   Guler bal kişand ser meşa ku dê di 6'ê Sibatê de ber bi Gemlîkê bê lidarxistin û got ku dê milê meşê di 14'ê Sibatê de li Edene û Mêrsînê be. Guler ev tiş gotin: "Em ê jî bi awayekî girseyî şandeya xwe pêşwazî bikin. Ji niha ve me dest bi xebatan kiriye." Guler bang li gel kir ku daxilî nava xebatên ji bo meşê bibe.    Hevberdevka Meclisa HDK'ê ya Edeneyê Saniye Seçgîn jî ku got "Tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye, tecrîd êrişeke berdewamî û pergaleke îşkenceyê ya ji bo şikandina vînê ye" anî ziman ku êrişên li ser Başûr û Rojava ji bo jiholêrakirina destkeftiyên kurdan hatine sêwirandin. Seçgîn ji bo meşê jî got: "Banga me ji bo hemû bindestan, jin, ciwan, karker û kedkaran e. Tenê têkoşîna me dikare vê tarîtiyê bişikîne. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bikin yek."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen