Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin 2023-02-01 11:18:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava mehekê de li Efrînê 39 welatî hatin revandin. Li hêla din derket holê ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li gundê Qîbarê yê girêdayî Şerayê kargeha hişbirê vekirin.    Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di sala 2018’an de Efrîn dagir kirin. Komên paramîlîter di mehekê de gelek kes revandin. Li gel revandina welatiyan, her wiha qirkirina daran a li bajêr didome. Piştî dagirkirina Efrînê, bajar her tim bi sûcên weke revandina mirovan, qirkirina daran, cînayet, talan, dizî, tecawiz û guherandina demografyayê di rojevê de ye. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya mehekê ya li Efrînê parve kir û da zanîn ku di meha ewil a 2023’yan de 39 welatî hatin revandin.    39 WELATÎ HATIN REVANDIN   Li bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye 39 welatî hatin revandin. Navên hin kesên hatine revandin ev in: “Mihemed Reşîd Hiso (32), Ferman Elûş Sado (28), Bekir Hisên Xêro (35), Rêber Hisên Xêro (32), Elî Kalo (40), Mihemed Ferîd (28), Mihemed Kalo (36), Ednan Ebdo (39), Mihemed Ednan Silêman (30), Mihemed Ehmed Henan Hemîd (55), Îbrahîm Menan Dawûd, Mihemed Esmet Şêxo, Mihemed Selah Hisên (30), Ferîda Ebdo, Mihemed Îbrahîm Mele Mihemed (49), Dogan Mihemed Mele Mihemed (48), Enes Zekî, Elî Reşîd Omer, Tewfîq Hesen (45), Îmad Kemal Sado (44), Şiyar Mistefa Sado (20), Receb Silêman Şewax (42) û Eynayet Arif Bekir (56).”   QIRKIRINA DARAN Û DIZÎ   Li gorî bîlançoyê, dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê zêdetirî 7 hezar dar jî birîn. Her wiha hat gotin ku komên paramîlîter 16 mihên welatiyê bi navê Mamo Hesen, 2 mihên welatiyê bi navê Mamde Fewzî û 6 mihên Omer Hesenkê yên ji gundê Kîmarê dizîne. Her wiha li navçeya Bilbilê jî dikanên welatiyên Kîbar Hiso, Hisên Henan Birîm, Reşîd Mihemed, Seydo Menan, Osman Beko, Omer Esed Henan, Meryem Mihemed, Xalîde Elî, Emîne Hesîno, Emîne Hisên Koto û Cemîle Xelîl dizîn. Her wiha komên paramîlîter mala welatiyê bi navê Ehmed Hano (65) ya li Taxa Zeydiyê ya Efrînê jî şêlandin.    GUHERANDINA DEMOGRAFYAYÊ    Di 4'ê çileyê de dewleta tirk li rojhilatê navçeya Cindirêsê di navbera gundên Himêlka û Rifatiyê de avahiyên mêtingeriyê yên bi navên "Ajnadîn" ava kirin. Ev avahî li ser erdê welatiyên bi navê Hesen Mecîd Mihemed û Emîn Murad Mihemed ku rûberê wê 4 hektar e, hatin avakirin. Armanca avakirinê ew e ku malbatên komên paramîlîter û niştecihên ji deverên cuda yên Sûriyeyê lê bicih bikin.    BAREGEHÊN LEŞKERÎ Û KARGEHA HIŞBIRÊ   Hat ragihandin ku artêşa tirk gefa kuştinê li welatiyên bi navên Îzet Ebdo Diwêkê û Omer Bîlal Nasan xwar û neçar kir ku erdên xwe yên çandiniyê yên li Racoyê terk bikin. Piştre jî li ser erdên wan baregeheke leşkerî ava kir. Koma paramîlîter a Heyet Tehrîr El Şamê jî li gundê Qîbarê yê êzidiyan ê navçeya Şerayê kargeha çêkirina hişbirê vekirin. Çeteyên bi navê Ebû Ebdullah Horan û Ebû Ehmed Helawa madeyên bingehîn ên çêkirina hişbirê şandin.