Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin 2023-02-01 11:31:46   COLEMÊRG - Derheqê Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û endamên meclisê de bi îdiaya “guherandina planê ya li dijî mewzûatê” lêpirsîn hate destpêkirin.    Derheqê Hevşaredarê Şemzînan a Colemêrgê Seferî Yilmaz ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û endamên meclisê de lêpirsîn hate destpêkirin. Di navbera salên 2014-2016’an de kesekî ji bo çêkirina qursa Qur’anê erdê xwe dabû şaredariyê. Li ser vê yekê Yilmaz û endamên meclisê jî di plana îmarê de guhertin kir. Qeymeqamtiyê jî ev biryar erê kir. Di vê navberê de li şûna Yilmaz qeyûm hate tayînkirin û qeyûm jî ruxsetname da.    Mifetîşên girêdayî Wezareta Karên Hundir, li şaredariyê lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di guherandina plana îmarê ya meclisa şaredariyê de nelirêtî hatiye kirin û ev rapor pêşkeşî wezaretê kir. Li ser vê yekê wezareta karên hundir destûr da ku derheqê Hevşaredar Yilmaz û endamên meclisê de lêpirsîn were destpêkirin. Yilmaz û endamên meclisa şaredariyê jî li dijî vê biryara wezaretê li Dadgeha Kargerî ya Bilind îtîraz kirin. Dadgeha Kargerî ya Bilind demekî dirêj piştre anku di 21’ê îlona 2022’yan de red kir û ji Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê re şand.    Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê ji ber vê destûrê, derheqê Yilmaz û endamên meclisê de bi îdiayên “guherandina planê ya li dijî mewzûatê” û “Peywira xwe xerab bi kar anîne” lêpirsîn da destpêkirin. Yilmaz, li Midûriyeta Emniyetê ya Şemzînanê îfade da.    ‘LÊPIRSÎNEKE SIYASÎ YE’   Yilmaz da zanîn ku biryarên tadîlatên têkildarî plana îmarê ji hêla şaredariyê û endamên meclisê ve hatiye dayîn û wiha got: “Dema ev biryar hatin dayîn, ji hêla rêveberên cemaweriyê ve hatin erêkirin. Piştî erêkirina wan jî ev biryar ketin meriyetê. Lewma lêpirsîna hatiye vekirin, lêpirsîneke siyasî ye û nayê qebûlkirin. Piştî ku me destûra îmarê da, qeyûmê wê demê jî destûra ruxsetnameyê da. Di vê mijarê de derheqê qeyûm de tu lêpirsîn nehatine vekirin. Ev yek nîşan dide ku lêpirsîneke siyasî ye.”