Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin 2023-02-01 11:45:52   AMED - Parêzer Resûl Temûr diyar kir ku cezabirîna li Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û 4 kesên din di warê hiqûqî de nayê ravekirin.    Rojnamevan Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Li gel Orûç, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mufutoglû, Muhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’a Bazîdê yê berê Abdullah Ekelek jî di nav de bi giştî 6 kes dihatin darizandin. Di danişîna biryarê ya dozê ku di 18’ê çile de hat lidarxistin, dadgehê derbarê Orûç de biryara beraetê da û li rojnamevan Muftuoglû û 4 kesên din ceza birî. Li her yekê bi îdiaya “piştgiriya bo tawanbar” cezayê 5 mehan birîbû.     ‘NABE KU ALÎKARIYA MIROVÎ WERE CEZAKIRIN’   Parêzerê Dîcle Muftuoglû, Resûl Temûr cezabirîna li Muftuoglû û 4 kesên din nirxand û diyar kir ku li holê sûcek bê birîn nîne û wiha got: “Em nikarin viya di warê hiqûqî de rave bikin. Her kes dizane ku Azîz Orûç rojnamevan e. Tu sûcek nekiriye. Xebatên dijqanûnî nekiriye. Tişta ku tê kirin operasyona tawanbariyê ye û ev jî derew e. Azîz Orûç li ser xeta sînor terkî mirinê hatibû kirin û ji ber vê yekê miwekîla wî û yên din alîkariya Azîz kirine. Miwekîla min Dîcleyê Azîz ji nêz ve nas dike û bi salan bi hev re xebitî ne. Tiştek ji bo xatirê alîkariyek ku alîkariya mirovî ye nayê wê maneyê ku, piştevan bên tawanbarkirin û ceza li wan bê birîn. Ev yek cezakirina alîkariya mirovî ye û lewma ev cezakirin di warê hiqûqê de nayê ravekirin.”