Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr 2023-02-01 12:36:31   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bilançoya şerê meha çile eşkere kir û ragihand ku 253 caran bombe yên qedexekirî û kîmaysal hatiye bikaranîn û 31 leşker hatine kuştin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser başûrê Kurdistanê ve ji 17’ê Nîsana 2017’an ve berdewam dikin. Ajansa Nûçeyan a Firatê nûçeyek bilançoya şer a meha çile ku HPG’ê eşkere kiriye weşand.    HPG’ê diyar kiriye ku di mehekî de 120 çalakî hatine lidarxistin û 31 leşkerên tirk hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.    Seranserî meha çile 134 caran balafirên şer herêm bombebaran kirine û 38 car jî helikopter bombebaran kirine. Her wiha hat gotin bi sedan êrişên obüs, hawan û tankan jî hatine kirin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 252 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.