Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk 2023-02-01 16:08:31   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê HDP’ê Ridvan Turan da zanîn ku bi “Bernameya Aboriya Demokratîk” re bernameyeke aboriyê ya ji ewil gel esas digire diyar kirine.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Turan li Meclisê Bernameya Aboriya Demokratîk a partiya xwe parve kir. Turan, diyar kir ku rejîma sermayeyê teşe dide polîtîkayên aboriyê yên heyî û wiha got: “Mejiyeke wisa heye ku xweşguzariya rewşa çîna jêr girêdayî xweşguzariya çîna serdest dibîne û dibêje qey her ku sermayeya çîna serdest zêde dibe dê xizan bikarin bibin xwedî kar.”    BERNAMEYA ABORIYA DEMOKRATÎK   Bi domdarî Turan anî ziman ku bernameya aboriyê ya gelparêz û demokratîk a HDP’ê di serî de derdorên herî mexdûr ên civakê esas digire û wiha got: “Armanca me ew e ku derdorên civakê yên rewşa wan herî xerab bikarin jiyaneke birûmet bijîn û jiyana wan di bin temînatê de be. Bingeha bernameya aboriyê ya partiya me, pêdiviyên gel esas digire. Armanca bernameya me ew e ku çavkaniyên li xwezayê yên bisînor bi awayekî herî bandor û berhemdar bên bikaranîn, parvekirineke li gorî ked û edaletê bê kirin, aştiya civakî pêk bê, pêşketin û mezinbûna li gorî xwezayê, wekheviya zayenda civakî, bicihanîna hemwelatiya wekhev û parastina mafên zarok û astengdaran esas digire. Ji bo pirsgirêkên enflasyon, bêkarî, parvekirina dahatê, xizanî û pirsgirêka hewînê jî çareseriyên lezgîn hildiberîne. Li hêla din jî ji bo ku pirsgirêkên heyî êdî neyên jiyîn, pêşniyarên çareseriyê yên sînorên kapîtalîzmê derbas dikin pêşkeş dike.”    BERNAMEYA ABORIYÊ YA RÊYA SÊYEMÎN   Di berdewamê de Turan ev tişt anî ziman: “Bi vê bernameyê em dixwazin parvekirineke wekhev û adilane bê kirin. Yek ji armancên wê jî parastina ekosîstemê ye. Bernameya me, bernameya aboriyê ya demokrasiya radîkal a ji hêla Rêya Sêyemîn ve hatiye avakirin e. Bernameya me di cewhera xwe de bernameyeke antîkapîtalîst e û xwedî îdiaya çareseriyên lezgîn e.    Li dijî milkiyeta taybet a kapîtalîst, em şêweyê milkiyeta kolektîf esas digirin. Yek ji armancên bernameya me ew e ku pêşî li ber lêçûnên bo şer û milîtarîzmê tên xerckirin bigire. Li dijî yekdestîkirinê jî civakîbûnê û îstîmlaqkirinê diparêze. Her wiha enflasyon jî yek ji mijarên lezgîn ên bernameya planên çalakiyên me ye. Ji ber vê jî em sekinandina fiyetên malên zarûrî ya demkî, kontrolkirina fiyetan û regulasyona piyasayê diparêzin. Ji bo pêşîlêgirtina spekulasyona fînansê ya tekedestî di sektorên xurek, veguhestin û ragihandinê de rê li ber vedike, ji bo îstîqrara fiyetan û venihêrtina di piyasayê de em pêşniyara avakirina komîteyên taybet dikin. Li gorî me heke çakvaniyên cemaweriyê yên kesîdeyîkirî dîsa bên îstîmlaqkirin, wê demê dikare li dijî enflasyonê têkoşîn bê kirin. Ji ber ku hin kes ji pêdiviya xwe pir zêdetir mal ji piyasayê dikişînin, fiyet pir zêde dibe û ji bo pêşîlêgirtina vê jî em ji bo pêvajoya danûstandinê şopandina danûstandinê ya dijîtal pêşniyar dikin. Em li gel wê ne ku divê sepana temînata dahata bingehîn teqez li hemû malbatên xizan bikeve meriyetê. Bêyî ku li dahata wan a bi rûk û pêk were nihêrtin, divê ji sê parên kêmtirîn mûçeyê 2 par jê mehane bidin endamekî malbatên xizan û jinan.    JIN Û ZAROK   Pêşniyara me ew e ku li hemû dibistanên dewletê rojê herî kêm du danan xwarin were dayîn. Bila ev xwarin li kooperatîfan bê çêkirin û tiştên xwe jî ji kooperatîfên çandiniyê peyda bikin. Bi vê yekê re hem dê fiyet bikevin û hem jî zarok û ciwaznên me xwarinên bi tendurist bixwin. Em, polîtîkayên ku cihêkariya di qada îstîhdamê de li jinan tê kirin bi dawî dike esas digirin û dibêjin ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê.    MILKIYETA CEMAWERIYÊ   Bi bernameya aboriyê re em dixwazin ku heqdestekî hemû xebatkaran a ku bikarin pê bijîn wergirin. Divê mûçeyê teqawidan ê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçeyê be û salê du caran bê nûjenkirin. Divê fiyetên enerjiyê bêyî ku bandorê li gel bike bên daxistin û ev qad bên îstîmlaqkirin û hemû şêweyên milkiyetê yên stratejîk ên mîna ragihandin, xurek, tenduristî, derman û perwerdeyê dewrî milkiyeta camweriyê bên kirin. Divê av jî li gorî pêdiviya her kesê û bêpere bê dayîn.    DÊ ÎSTÎHDAMÊ PÊŞKEŞÎ GEL BIKIN   Em ê sînorekî bo qezenca tekedestiyên ku karekî pir mezin bi dest dixin deynin. Em ê mixdarê krediyê di bin kontrolê de bigirin ku yek ji sedema enflasyonê ya herî mezin e. Ji bo pêşîlêgirtina enflasyonê jî em ê kontrolên krediyê têxin meriyetê ku dê herîkîna krediyan bisînor bike. Ji bo bisînorkirina deyndarkirina şîrketan em ê tevdîrên pêwîst bigirin û polîtîkayên bacê yên dij-enflasyonîst têxin meriyetê. Ji sedî 70’î bacan ji berîka xizanan derdikeve û ev bac bi awayekî neyekser dikeve berîka sermayedaran. Em jî dê bi vê polîtîkaya bacê ya antîenfasyonîst re vê hevkêşeyê biguherînin. Dê rêjeya baca dahatê dê baceke pir zêdetir ji dewlemendan bigire û sînorê wê yê herî kêm ji sedî 10 û yê herî bilind jî ji sedî 60 be. Em ê temînata îstîhdamê bidin tevahiya gel. Dê razameniyên mezin ên cemaweriyê bikin û îstîhdamê zêde bikin.    DÊ SAETÊN XEBATÊ BÊN KÊMKIRIN   Em ê dawî li hemû fealiyetên hilberînê yên ziyanê didin civak û xwezayê. Lewma jî dê projeyên mîna santralên termîk ên nukleerê, Kanal Stenbol û ya Rêya Qeraxê ya Balikesîr-Çanakkalayê betal bikin. Ji bo şikandina hêza tekedestî ku dibe sedema zêdebûna fiyetan, em ê tevdîrên pêwîst bigirin. Ji bo zêdekirina îstîhdamê em ê rojên xebatê yên heftane bikin 4 roj û rojê jî bikin 7 saet. Dê bernameyên îstîhdama bi temînata camweriyê têxin meriyetê û îstîhdamê zêdetir bikin. Di serî de li bajarên kurdan, em ê li bajarên ku bêkarî û xizanî pir zêde lê heyî îstîhdamê zêde bikin. Jiyana xebatê em ê ji serî heta binî jinûve çêbikin. Dê dawî li hemû şêweyên xebitandinê yên weke taşeron, demkî, peymandanî ji holê rakin. Em ê li şûna wan şêweyên xebatê yên bitemînat bicih bikin.    PIRSGIRÊKA HEWÎNÊ   Em ê deynên cotkarên biçûk û yên navîn weke deynên cemaweriyê qebûl bkin û dê cemawerî pereyê wan bide. Ji bo ku hemû derdorên li deverên çoltar dixebitin xwe li kooperatîfên çandiniyê birêxistin bikin, dê hemû astengiyên li pêşiya wan rakin. Em ê krîza hewînê bi polîtîkaya cemawerger çareser bikin. Dê bi rêya şaredariyan, kooperatîfan, komun û rêveberiyên herêmî mal û xanî bên çêkirin û an dê bêpere bidin kesên hewcehiya wan pê heye yan jî dê bi fiyetekê erzan lê bên firotin. Bi vê yekê re dê pirsgirêka hewînê çareser bikin. Baca kesên xwedî gelek malan jî dê were zêdekirin û bi sepana vaca rantê ya nû re dê rê li ber wan bê girtin ku spekulasyonan nekin. Her wiha em ê mafên hewînê yên mirovan jî lê vegerînin.    DIVÊ MALIYETA ŞER JI HOLÊ BÊN RAKIRIN   Em ê di polîtîkayên şer de teserûfeke mezin bikin. Tenê lêçûnên siyaseta şer a îktîdara AKP’ê ya li dijî Rojava, 2 milyar dolar in. Ji ber polîtîkaya înkar û tunekirinê, bi trîlyonan dolar hatine pûçkirin. Her wiha aramî û aştiya me têk çûye, gelek kes dimirin, texrîbateke mezin digihije ekolojiyê û demografya tê guhertin. Yek ji armancên esasî ya aboriya demokratîk, jiholêrakirina van lêçûnên şer e. Yek ji stûnên bingehîn a bernameya me ya aboriyê, parastina polîtîkayên aştiyane ya di çareseriya pirsgirêka kurd de û bidawîkirina îsrafa çakvaniyan e.”