Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin 2023-02-01 16:26:54   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku dê li bajarên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzîngan, Mûş, Çewlik, Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrt, Êlih, Qers, Erdexan, Agirî û Wanê berfreke zêde bibare û xelkê li van bajaran dijî hişyar kir.    Serokatiya Rêveberiya Rewşên Karesat û Lezgîn (AFAD) ragihand ku dê li bajarên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzîngan, Mûş, Çewlik, Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrt, Êlih, Qers, Erdexan, Agirî û Wanê yên bakurê Kurdistanê berfeke zêde bibare û welatî hişyar kir. AFAD’ê da zanîn ku dê li deverên bilind ên bajarên navborî zêdetirî 20 santîmên berfê bibare û li dijî rewşên weke girtina rê, qerisîna rêyan, aşût û bageran welatî hişyar kir û xwest ku tevdîrên xwe bigirin.