Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-02-01 19:49:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Raperînê ya Silêmaniyê mayînek teqiya. Di teqînê de kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da.   Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan ragihand ku şeva borî li Taxa Raperînê ya Silêmaniyê welatiyê bi navê Ehmed Mehemed ( 40) ji ber teqîna mayînê li mala xwe jiyana xwe ji dest daye.   Welatiyê jiyana xwe ji dest daye, bavê 3 zarokan e. Duh li Dibistana Behdînan di waneyekê de mamostayekî daxwaza wêneyen mayînê ji xwendevanê xwe kiriye ku li ser waneyê bide.   Ehmed Mehemed ku 12 sal in karê rakirina mayînan dike, dema ji bo wêneyê mayinên li mala xwe bigire ji bo şagirtan, mayîn pê de teqiyaye û di cî de jiyana xwe ji dest daye