ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN 2023-02-02 09:00:27     * Çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in bênavber didomin. Çalakî îro jî bi dirûşma “Ji bo Ocalan azadî” berdewam dikin.    * Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet bal kişand ser 3 milyon îmzeyan ji bo esasgirtina mafê rêxistinbûyîna serbest a PKK'ê hatin berhevkirin û têkildarî biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê got: "Divê Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn."    * Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Siyamend Alî diyar kir ku operasyonên li dijî DAIŞ'ê didomin û got: "Endamên DAIŞ'ê li xwe mikur hatin ku lojîstîka leşkerî û aboriyê bi rêya MÎT'ê ji çeteyên li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Cerablûsê wergirtine."    * Endama Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê û parlamentera YNK’ê ya berê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku li herêmê polîtîkayên hikûmetê yên mêrperest tundiya li ser jinan zêde dike û got: “Mixabin, hikûmet bi hişmendiya mêrperest di nava civakê de kar dike û dibe sedema kuştina jinan. Kujerên jinan li dadgehê neyên cezakirin. Ev yek jî dibe sedem ku kuştina jinan hesan bibe û tundî zêde bibe.”    * Xelkê Wanê destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên welêt tecrîd e û gotin: “Heya birêz Ocalan azad nebe, li Tirkiyeyê dê tu tişt azad nebe."   * Koçerên ku krîza aborî bandorek neyînî li ser wan dike diyar kirin ku ji ber ew nikarin kayê bistînin pezê xwe difiroşin û ji ber hişkesaliyê jî şert û mercên wan gelekî zehmettir dibin.    * Kenan Tûlgay, birayê Mehmet Tûlgay ku li ber avahiya HDP'ê hatiye rûniştandin, diyar kir ku bi pereyan birayê wî birine ber HDP'ê. Kenan Tûlgay bilêv kir ku birayên wî Alî û Menaf di 93'yan de bi vîna xwe tevlî PKK'ê bûne û got: "Çi eleqeya wan bi HDP'ya ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re heye?"   * Hevserokên DBP'ê û HDP'ê yên navçeya Rezana Amedê bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dest nîşan kirin ku şikandina vê tecrîdê, dê aştiyê û azadiyê jî bi xwe re bîne.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 696’an de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Hulya Alokmen hatiye vekirin wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna derbarê Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn de hatiye vekirin wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza ku parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” tê darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin wê di roja 31’emîn de berdewam bike. (10.00)    * Danişîna derbarê polîs B.O. ku li Edeneyê bû sedemê mirina Mûrat Daşkan de hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Giran bê lidarxistin. (10.00-19.00)   * Danişîna ku Mehmet Şirîn A. yê li Mêrdînê tecawizê zarokeke 10 salî kir jê tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê lidarxistin. (10.00)   * Berdevka HDP’ê Ebru Gunay wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê wê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amadekirî li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.00)   * Konseya Bajêr a Amedê têkildarî gefên li ser Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî wê li ber avahiya baroyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna doza biryarê ya Hevşaredarên Qoser û Stewrê Nîlufer Elîk û Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin, wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê lidarxistin. (14.00)