Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin 2023-02-02 09:06:24   AMED - Kenan Tûlgay, birayê Mehmet Tûlgay ku li ber avahiya HDP'ê hatiye rûniştandin, diyar kir ku bi pereyan birayê wî birine ber HDP'ê. Kenan Tûlgay bilêv kir ku birayên wî Alî û Menaf di 93'yan de bi vîna xwe tev li PKK'ê bûne û got: "Çi eleqeya wan bi HDP'ya ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re heye?"   Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî û organîzasyona polîsan komek mirov li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hatine bicihkirin. Ji van kesan yek jê jî Mehmet Tûlgay e. Tûlgay di 10'ê çileyê de ji Edeneyê anîne ber avahiya partiyê. Derket holê ku Tûlgay ji berê de bi dewletê re dixebite û bi "niviştan" sextekariyê dike.    Ji malbata Tûlgay, Kenan Tûlgay diyar kir ku birayên wî Alî û Menaf Tûlgay di sala 1993'yan de bi vîna xwe tev li PKK'ê bûne û got ku malbata wan Mehmet Tûlgay yê li ber HDP'ê hatiye rûniştandin qebûl nake. Kenan Tûlgay da zanîn ku Mehmet Tûlgay ji salên 90'î ve bi dewletê re dixebite û bi "nivîştan debara xwe dike û tu pirsgirêkeke malbata wan bi HDP'ê re tune ye.    'KESEKÎ TARÎ YE'   Kenan Tûlgay destnîşan kir ku ji malbata wan tu kes têkiliyê bi Mehmet Tûlgay re danayne û got: "Ew tenê bi awayekî biyolojîk birayê me ye. Her kes dizane ku tu têkiliya malbatê pê re tune ye. Tu pêwendiyek me pê re nîn e. Tu eleqeya me bi anîna wî ya ber HDP'ê re tune ye. Wî ji sala 89'an ve cerdevantî kiriye, bi JÎTEM'ê re xebitiye, sîxurtî kiriye û ji bo dewletê xebitiye. Malbatê ew red kiriye. Mirovekî paşeroja wî tarî ye. Hê jî heman tiştan dike. Em dixwazin her kes bi vê rastiyê zanibe. Birayên min Alî û Menaf rêya xwe bijartine û di 93'yan de çûne. Çi eleqeya wan bi HDP'ya ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re heye?"   Kenan Tûlgay da zanîn ku mala Mehmet Tûlgay li Edeneyê ye û diya wî ew red kiriye û wiha got: "Beriya ku bavê min bimire, digot 'înşele li axretê wekî kurê leqayî min neyê.' Ew bêyî pereyan tu tiştî nake. Bi pereyan ew birine ber HDP'ê. Du birayên min çûne, lê tenê ji bo Alî dixwazive. Nexwe tenê ji bo kesekî pere wergirtine."    'KESEK BI HEYSIYET NAÇE WIR'    Kenan Tûlgay bilêv kir ku axaftina Mehmet Tûlgay a li ber HDP'ê cihê şermeke mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li ber HDP'ê axiviye. Ew axaftin ne axaftineke bi zanebûnî ye. Çi qas hînî wî kiribin ew qasî diaxive. Li vê erdnîgariyê siyaseteke qirêj tê kirin. Em li ser navê malbata xwe, lêborînê ji gelê kurd dixwazin. Me nedixwest wisa bibe. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Kesên zane bi vî awayî xeber nadin. Diyar e ku çi qas pere wergirtibe ew qas axiviye."