'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin' 2023-02-02 09:20:37   WAN - Waniyan destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên welêt tecrîd e û gotin: “Heya birêz Ocalan azad nebe, li Tirkiyeyê dê tu tişt azad nebe."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin, 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Her wiha 2 meh in jî tu xeber ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin.    Em têkildarî tecrîda mutleq a li Wanê bi welatiyan re axivîn.   'DIVÊ EM BIBIN YEK DENG'   Welatî Hesin Erkol, diyar kir ku di polîtîkaya tecrîdê de tenê ne rola Tirkiyeyê rola NATO û hemû dewletên rojavayê heye û got: "Ji ber ku em li dijî tecrîdê deng dernaxin, tecrîd kûr dibe. Lewma ji destê kê çi tê divê bike û dengê xwe derxe. Ger tecrîd hatibûna rakirin, dê pirsgirêkên li welêt hemû çareser bbûbûna. Em divê hay ji vê hebin û wisa hereket bikin. Birêz Ocalan, gelê kurd ji qirkirinê xelas kir. Lewam divê em bi şev û i roj li ser pêyan bin û bibin deng. Divê em di rakirina tecrîdê de israr bikin. Divê em fikarên xwe yên şexsî deynin aliyekî êdî."    'JI BO AZADIYAN DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Hanîf Kaçakê jî bang li raya giştî kir û got: "Li dijî vê îşkenceyê hesas bin, ji ber ku xeber ji birêz Ocalan nayê girtin gelê kurd bi fikar e. Demildest divê der barê Ocalan de agahî bên belavkirin û hevdîtin bê kirin. Em dayik aştiyê dixwazin. Em bihêrs in û em tecrîdê qebûl nakin. Heya birêz Ocalan azad nebe tu tişt azad nabe."    '24 SAL IN BERXWEDAN HEYE'   Îbrahîm Sûnkûr jî ku tecrîdê wekî "barbartî û bêhiqûqîtiyê" wesifand, got: "24 sal in birêz Ocalan tê tecrîdkirin û 24 sal in berxwedanek heye li dijî tecrîdê. Ji bo kesekî wisa li ber xwe dide, divê gel jî hesas be. Dewlet, ji ber fikirên birêz Ocalan tecrîdê pêk tîne. Gelê me divê bibe yek û berteka xwe bide der."    'DIVÊ HEMÛ GEL DENG DERXÎNIN'   Songul Işikê jî diyar kir ku tecrîdê li dijî hiqûqê ye û ev tişt gotin: "Tecrîd, dibe sedema xitimandina aştî û demokrasiyê. Em vê tecrîdê sûcê li dijî mirovahiyê qebûl nakin û dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê kurd her roj bitêkoşe. Em vê tirsa hatiye belavkirin bişikînin. Em bibin deng. Tenê ne kurd, divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî vê tecrîdê deng derxînin."    'DIVÊ MAFÊ JIYANÊ BÊ PARASTIN'   Mehmet Koç jî bilêv kir ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû girtiyan tê pêkanîn û got: "DIvê mafê jiyanê yê mirovan bê parastin û divê maf û azadiyên bingehîn esas bên girtin. Hemû girtî xwediyê van mafan e û divê di çarçoveya van mafan de tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Lewma divê her kes bibe yek û dengê xwe bilind bike."