Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê 2023-02-02 11:19:27   ENQERE - Zuhtu Arslan ji nû ve ji bo Serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn hat bijartin.    Hilbijartina serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin. Wê di 13’ê sibatê de dema wezîfeya serokatiya AYM’ê tije bibe. Ev çar sal bû Zuhtu Arslan Serokê AYM’ê bû. Di hilbijartina îro hat kirin de carek din Arslan ji bo serokatiya AYM’ê hat bijartin. Hilbijartin li Desteya Giştî ya AYM’ê hat kirin û Arslan di hilbijartinê ji 15 endaman dengê 8 endaman wergirt û cara sêyemîn bû serokê AYM’ê. Namzetê ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştgiriya wî dikir Îrfan Fîdan 5 deng wergirt û Kadîr Ozkaya jî 2 deng wergirt.