Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir 2023-02-02 13:52:39   ENQERE - Di nava meha dawî de 182 kurd û 185 beluc li Îranê hatin girtin. Li gorî rapora Hengawê; hêzên rejîma Îranê îşkence li girtiyê nexweşiya penceşêrê Mohammad Shams kir.    Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê têkildarî binpêkirinên di meha çileyê yên li Îranê de raporek parve kir. Rêxistinê da zanîn ku di meha çileyê de herî kêm 182 kurd hatine girtin. Hat ragihandin ku ji girtiyan 169 jê bi sedemên siyasî û hevkariya wan a bi partiyên kurd re hatine girtin. Her wiha hat destnîşankirin ku 10 welatî jî bi sedema xebatên olî û piştevaniya bi çalakiyên protestoyî hatine girtin. Di raporê de hat gotin ku ji kurdên hatine binçavkirin herî kêm 12 jê jinên aktîvîst, 14 jê zarok, 9 jê xwendekar û 6 jî mamoste û profesorên zanîngehan in.    ÎŞKENCE LI GIRTIYÊ NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ KIRIN   Yek ji welatiyên di dema protestoyan de hatiye binçavkirin jî Mohammad Shams e. Li gorî rapora Hengawê; Shams li gel ku nexweşê penceşêrê ye û rewşa wî ya fîzîkî gelek xerab bûye jî rastî îşkenceyeke giran hatiye û hatiye girtin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku Shams di pêvajoya binçavkirin û rapirsînê de rastî îşkenceyên giran hatiye û 4 diranên wî hatine şikandin.    185 BELUC HATIN GIRTIN    Her wiha hat ragihandin ku di nava meha dawî de herî kêm 185 beluc jî li Zahîdanê hatine girtin. Ji kesên hatin girtin nasnameya 125’an jê hate eşkerekirin. Têkildarî mijarê ev agahî hatin parvekirin: “Ji ber tevdîrên zêde yên ewlehiyê, girtinên zêde yên komî, gefên hêzên ewlekariyê û qutkirina înternetê, hejmareke zelal a girtiyan nayê bidestxistin. Nexwe hejmara girtî û binçavkirinan ji hejmara hatiye dayîn gelek zêdetir e.”    JINAN PÊŞNÛMA PAŞVE DAN KIŞANDIN    Di heman demê de Komîsyona Daraz û Hiqûqê ya Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê pêşnûmeyeke ku heta vasî nebin jinên îranî nikarin ji welat derkevin xistin rojevê. Lê belê ji ber bertekên jinan, neçar man ku vê pêşnûmeyê paşve bikişînin.