Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin 2023-02-02 14:51:09   AMED - Serokwekîla Koma HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” tê darizandin. Ji bo were tespîtkirin bê ka Demîrel heman gotin li ser kursiya Meclisê jî kirine yan na, ji Meclisê girtek hate xwestin.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Çaglar Demîrel di 29’ê gulana 2016’an de ji bo gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên di mitînga 28’ê gulana 2016’an a Amedê derheqê HDP’ê de kiribûn gotibû; “Em heman gotinan li wî vedigerînin.” Her wiha di 1’ê tîrmeha 2016’an de de jî gotibû; “Qesr, li hemberî Rûsya û Îsraîlê serê xwe ditewîne.”  Bi hinceta van her du gotinan, bi îdiaya “Şeref û heysiyeta serokkomar biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Demîrel û parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bûn. Demîrel parastina xwe kir û bi bîr xist ku wê demê Parlamentera HDP’ê û Serokwekîla Koma HDP’ê bû.    Demîrel, da zanîn ku heman axaftina weke sûc hatiye dîtin li ser kursiya Meclisê jî kiriye û xwest ku girtekên axaftina wê ji Meclisê bên xwestin. Demîrel got ku hefteyek berê ji dozekê tehliye bûbû û wiha got: “Balkêşe ku hefteyek piştre dozeke din hate vekirin. Ez ji ber vê mijarê jixwe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran hatin darizandim. Lewma dozeke mukerrer e. Di axaftinê de hêmayekî sûc nîne û dikeve çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de.”    Parêzer Serdar Çelebî jî pirsa “Heke mirov gotinên Erdogan kirine li wî vegerîne ma dibin sûc?” kir û xwest ku axaftinên miwekîla wî ya li Meclisê bên xwestin.    Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Dadgehê navberekî kin da danişînê û piştre biryar da ku mînakeke biryara Vedat Şorlî ya Tirkiyeyê û girteka axaftinên Demîrel ên kursiya Meclisê ji Wezareta Dadê bên xwestin. Her wiha dadgehê  mînakeke doza Demîral a li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran xwest û danişîn da 23’yê gulanê. s