Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin 2023-02-02 15:19:38   AMED - Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn ê di opersyona li dijî DBP’ê de hatibû girtin, di danişîna ewil de hat berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 23’ê kanûna 2022’yan li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû destpêkirin, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û 14 hevserokên bajaran hatibûn binçavkirin. 5’emîn Dadgeha   Cezayê Sulhê ya Amedê derbarê Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê dabû û yên din hatibûn berdan. Danişîna ewil a doza Hayrettîn Altûn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Altûn û parêzerên xwe Burhan Arta, Cemîlle Turhalli, Yakûp Demîr di danişînê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên DBP’ê û HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl dozê şopandin.    ‘ME ÇALAKIYÊN QANÛNÎ LI DAR XISTIN’    Altûn di danişînê de li dijî îdiayên li ser xwe parastina xwe bi kurdî kir û destnîşan kir ku çi çalakiyên ew jê tê tawanbarkirin hemû çalakiyên qanûnî bûne û çalakiyan di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de li dar xistine.    Altûn xwest were berdan û biryara beraeta wî bê dayîn.    Parêzerên Altûn jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin were berdan û beraetkirin.    Dozger xwest biryara berdewamiya girtina Altûn bê dayîn.    Parêzeran li dijî daxwaza dozger dîsa parastinê kirin û xwestin miwekîlê wan were berdan.    Heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî ku derketina derveyî welat a Altûn bê qedexekirin biryara berdana wî da û danişînê taloqî 9’ê adarê kir.