Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin 2023-02-02 15:44:23   AMED - Ji ber barîna berfa zêde li Çewlikê rêya 283 gundan, li Çewlikê rêya 396 gundan, li Êlihê rêya 30 gundan û li Şirnexê jî rêya 18 gundan hatin girtin.    Li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê berfeke zêde bariya û bager rabûn. Bi vê sedemê jî rê hatin girtin û di hatin û çûnan de zehmetî derketin. Midûriyeta Giştî ya Rêbejan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da û da zanîn ku rêbeja di navbera Çewlik-Elezîzê de û kîlometreyên 0-44 û 0-9 ên rêbejê li hatin û çûna TIR’an re hatiye girtin. Her wiha midûriyetê da zanîn ku 0-44 û 0-9 kîlometreyên rêbeja di navbera Dara Hênê-Çêrmeyê de jî li hatin û çûna wesayîtan hatiye girtin.    DESTÛR DAN XEBATKARÊN CEMAWERIYÊ    Walîtiya Çewlikê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku 2 roj destûr dane xebatkarên cemaweriyê yên ducanî û astengdar. Ji ber barîna berfa zêde û bagerê, li navenda bajêr rêyên 78 gundan, li navçeya Adakliyê rêyên 32 gundan, li Dara Hênê rêyên 59 gundan, li Kanîreşê rêyên 38 gundan, li Gêxîyê rêyên 25 gundan, li Bongilanê rêyên 23 gundan, li Korxolê rêyên 20 gundan û li Çêrmeyê jî rêyên 8 gundan hatine girtin.    Li navenda Xarpêtê jî rêyên 42 gundan, li navçeyên wê Axînê rêyên 16 gundan, li Xulamanê rêyên 10 gundan, li Miyaranê rêyên 10 gundan, li Baskilê rêyên 44 gundan, li Madenê rêyên 38 gundan, li Depê rêyên 88 gundan, li Kebanê rêyên 30 gundan, li Qowanciyan rêyên 40 gundan, li Paluyê rêyên 28 gundan, li Xûxê rêyên 50 gundan û bi giştî jî rêya 396 gundan hatin girtin.    ÊLIH   Ji ber barîna berfa zêde, li navçeyên Sason û Hezo yên Êlihê jî di hatin û çûnan de pirsgirêk derketin. Li navçeya Sasonê rêyên 28 gundan û 33 mezrayan, li navçeya Hezoyê jî rêyên 2 gund û 14 mezrayan hatin girtin. Komên têkoşîna li dijî berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.    SÊRT   Li Sêrtê jî ji ber barîna berfê û bagerê li Berwariyê rêyên 4 gundan, li Hewêlê rêyên 2 gundan, li Şêrwanê jî rêya 3 gundan hatin girtin.    ŞIRNEX   Li Şirnexê ev 2 roj in berf dibare û berf zêdetirî 10 santîmetreyan li navendê stûr bû. Li navçeyên Elkê û Qilebanê jî zêdetirî metreyekê berf bariyaye. Li navendê rêya gundekî, li Elkê rêya 14 gund û 8 mezrayan û li Qilebanê jî rêyên 3 gundan hatin girtin. Komên îdareya taybet a bajar ji bo vekirina rêyên gundan dest bi xebatê kirin. s