‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’ 2023-02-03 10:00:51 ENQERE - Endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê Ûgûr Yildiz bal kişand ku tevî tecrîda girankirî fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihiştine parzemînan û anî ziman ku ciwan dê li dijî polîtîkayên tecrîdê xwe birêxistin bikin.    Komploya Navnetewî ku bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat, li hawirdoreke ku 22 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin de dikeve sala xwe ya 24’an. Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, tevî hemû serlêdanan jî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.     Endamê Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ûgûr Yildiz ê qala bandora tecrîda li Îmraliyê kir, destnîşan kir ku tecrîd dûrxistina Abdullah Ocalan a ji civakê ye û diyar kir ku wê li dijî vê têbikoşin.     AMÛRA JI CIVAKÊ VEQETANDINÊ YE   Yildiz, anî ziman ku tecrîdê polîtîkayên şerê taybet û hilweşîna civakî bi xwe re anî û destnîşan kir ku ev yek bi rengekî balkêş li Kurdistanê rû daye. Yildiz, destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên ku encama tecrîdê ne, fersenda çareseriyê pêşkeş nakin, dewlet ne xwedî perspektîfeke çareseriyê ye û wiha got: “Tecrîd amûreke dûrxistina Rêbertiyê ya ji gel û civakê ye. Berdêlê vê polîtîkaya dewletê şer e.”   PIŞAFTINA LI DIJÎ KURDAN     Yildiz, anî ziman ku ciwan li dijî van polîtîkayan derdikevin û wiha berdewam kir: “Em ê xwe li dijî van polîtîkayan bi rêxistin bikin. Em ê bi vegotina rastiya vî şerî, vê hilweşandinê, bi daketina taxan, bi xwegihandina girseyên ciwan û gelê welatparêz em ê bêjin polîtîkaya tunekirinê şerekî ji bo tunekirina nirxên me yên çandî û manewî ye û di vê çarçoveyê de divê em ciwanan û civakê biparêzin.”   ‘FIKRÊN ABDULLAH OCALAN GIHIŞTIN PARZEMÎNAN’   Yildiz, bal kişand ku tevî şertên tecrîda girankirî fikrên Abdullah Ocalan gihiştine parzemînan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dizanin ku Serokatî ji me azadtir e. Ji bilî azadiya fîzîkî fikrên xwe yên azad ji hemû cîhanê re belav kirine. Mînaka vê ya herî mezin Şoreşa Rojava pratîka azadiya ramanê ya her hevalê ku li her derê Kurdistanê têdikoşe ye. Em dibînin ku di piraniya zanîngehan de nirxandinên bîrdozî yên ku Rêbertî derdixîne holê wek ders tên dayîn. Ev rastiyeke ku dewletên kapîtalîst jî nikarin pêşî lê bigirin. Em ciwan, em ê encama vê azadiyê bi vîn û pratîkên xwe, bi vegotina gelan, dengvedana wan û bilindkirina hişmendiyê bînin ziman.”