Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek 2023-02-03 11:59:13 AMED - Çalakiya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Di dozê de geşedanek nû qewimî. Hat diyarkirin ku dadgehê dosyayên doza “nexweşxanê” û “dikanê” ji hev hatibûn veqetandin, kiriye yek dosyeyek.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 697’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar wek her rojê ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û çalakiyê domandin.   ‘DIXWAZIN ÇALAKIYA ME ASTENG BIKIN’   Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku komkujiya li dijî malbata wan di hûndirê nexweşxanê de pêk hatibû û wiha got: “Tevî ku 2 sal in em li ber edliyeyê çalakiya edaletê li dar dixin jî hê jî edalet pêk nehatiyê. Tenê daxwaza me, pêk hatina edaletê û berdana birayê min e. Lê rêveberên li vir guh nadin dayika min. Wesayitên resmî li vir parq dikin ku çalakiya me asteng bikin. Lê tevî astengiyan jî em dê çalakiya xwe berdewam bikin.”   GEŞADENEK NÛ    Geşadaneke nû jî di dosyeya Malbata Şenyaşar de pêk hat. Dosyeya Malbata Şenyaşar ku berê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê weke doza “dikanê” û “nexweşxanê” bi bû dû beşan hatibû veqetandin. 5’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê her du dosye kirin yek. Bi vê yekê re dê êdî darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were lidarxistin. Di 17’ê adarê de dê danişîn li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin.