Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin 2023-02-03 14:13:33   ŞIRNEX - Di doza Şimonî Dîrîl de li gel ku şahid got, “Şimonî avêtine avê û Hurmuz jî xistine binê erdê” jî dadgehê bi şertê “hefsa malê” biryara berdana Aprol Dîrîl ku tenê bersûcê girtîbû da.    Li gundê Merhî yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di 11’ê çileya 2020’an de Hurmuz Dîrîl (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev hatibûn windakirin. Piştî windakirinê bi 70 rojan cenazeyê Şimonî Dîrîl hat dîtin. Têkildarî bûyerê derbarê Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildzi de ji tawanbariya “kuştina bi eziyetî û hovane” û “kuştina plankirî” doz hat vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Bersûcê ku bi tenê girtî ye Aprol Dîrîl, muştekî û parêzer tev li danişînê bûn.    ‘ŞIMONÎ AVÊTINE AVÊ Û HURMUZ BINAX KIRINE’    Emîn Aslan ê girtî wek şahidê bûyerê lê hat guhdarîkirin. Aslan da zanîn ku Dîrîl jê gotiye wî cînayet pêk aniye û Apro Dîrîl jê re gotiye, “Me Şimonî û Hurmuz kuşt. Piştre jî me Şimonî avêt avê û Hurmuz jî xist binê erdê.”    Apro Dîrîl jî axivî û îdia kir ku tişta şahid vedibêje derew e û ji ber ku wî û Aslan nîqaş kiriye îftirayan lê dike.   Dozger xwest ji ber ku dê bersûc bireve bila biryara dewama girtina wê bê dayîn û darizandin.    Ji parêzerên dosyeyê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku ji destpêka lêpirsînê ve bi awayek silamet nayê birêvebirin û tiştên ku şahid vedibêje li gorî tiştên di dosyeyê de ne û xwest bersûc girtî bê darizandin.    GELO AXAFTINA LI GEL ÇAPEMENIYÊ KENGÊ BÛ SÛC?    Parêzerê bersûc jî îdia kir ku ji ber malbata Dîrîl û parêzerên xwe ji çapemeniyê re axivîne sûc kirine û bûyerê berovajî dikin. Karakaş îdia kir ku miwekîlî wî “bêtawan” li girtîgehê tê ragirtin.    HAT TEHLIYEKIRIN    Piştî parastinan heyeta dadgehê, bersûcê girtî Apro Dîrîl bi şertê “hefsa malê” berda û danişînê taloqî 23’ê gulanê kir.    Piştî danişînê malbata Dîrîl bertek nîşanî biryarê da û di navbera malbatan de rageşî qewimî.    Parêzerê doza Şimonî Dîrîl, Rojhat Dîlsîz li ber edliyeyê axivî û biryara tehliyeyê carek din wîjdanên wan êşandiye û ew ê li ber biryarê îtîraz bikin.