Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye 2023-02-04 09:02:20   STENBOL - Prof. Dr. Onûr Hamzaogûlu anî ziman ku HDK ji bo rêxistinkirina qada civakî heye û got ku ji bo jiyaneke nû divê "dibistanên HDK'ê" bên avakirin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dê di 29'ê Çileyê de li Navenda Kongreyê ya Stenbolê Kongreya Giştî ya 12'an li dar bixe. Hevbervdekê HDK'ê yê berê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû têkildarî girîngiya HDK'ê ya ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, avakirina wê, hêza wê ya çareseriyê ûa rmancên wê axivî.    DU PIRSGIRÊKÊN GIRÎNG   Hamzaoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê ji zû de pirsgirêka "kedê" û "kurdî" heye û got ku kesên di vê qadê de hewl didan jî ji bo jiyanê dixebitin û "hêza xwe difiroşin." Hamzaoglû bilêv kir ku mirovên di van her du waran de jî jiyaneke birûmet najîn û li vir HDK ketiye dewrê. Hamzaoglû destnîşan kir ku HDK hewl dide van her du prisgirêkan ji holê rake û li Tirkiyeyê jiyaneke birûmet ava bike.    Hamzaoglû anî ziman ku HDK bi meclîsên ku ava kirine li ser van her du pirsgirêkan disekine û ev meclis jî rêbaza demokrasiya rasterast esas digirin. Hamzaoglû wiha axivî: "Ev meclîs, bi kesên ku li qada xebatê, perwerdehî û qadên din hatin avakirin. HDK jî bia rmanca ku bi van meclîsan pirsgirêkan çareser bike hatiye avakirin." Hamzaoglû da zanîn ku di bin banê HDK'ê de nivîskar, wêjevan, rewşenbîr, kativîstên jin û komên baweriyê jî di nav de zêdetirî 40 pêkhateyan di bin banê xwe de dihewîne û got: "HDK, cihêkariyê asteng dike. Ji bo avakirina jiyaneke nû, astengiyên li ber xwe ji holê radike."    'TÊKOŞÎNÊ XURT KIR'   Hamzaoglû destnîşan kir ku HDK bi hebûna xwe nîşan daye ku ji bo gelan dikare gelek tiştan bike û got: "Qet nebe nîşan da ku ji bo jiyana gelên Tirkiyeyê û gelê kurd hin gavên bên avêtin hene û îşaret bi çavkaniya pirsgirêkan û rêya çareseriyê kir. Bi vê re her kesî ber bi berpirsiyariyê ve bir. Pêvajoyeke çalakiyê ava kir. Têkoşîna bi hev re û hilberanîa bi hev rê xurt kir. Ev, beriya HDK'ê tune bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku partiyeke Tirkiyeyê ye, ji aliyê HDK'ê ve hat avakirin. Îro ro gava em li partiyên li meclîsê mêze dikin, pergaleke yektîpî heye. Lê di nava partiyeke wekî HDP'ê de gelek partî, komên bîr û baweriyê hene. Ev, tenê ne ji bo xweîfadekirinê, di heman demê de wekî mekanîzmayeke biryarê jî hene." Hamzaoglû bilêv kir ku ev yek di şert û mercên Tirkiyeyê de serketineke mezin e û got: "Helbet kêmasiyê  HDK'ê jî hene. Û ji bo jiholêrakirina van kêmasiyan divê kelecan û hêviyek me hebe. Ez yek ji wan kesên bi hêvî û kelecan im."    'AVAKIRINA JIYANEKE BIRÛMET'   Hamzaoglû anî ziman ku HDK ji bo rêxistinkirina qada civakî heye û axaftina xwe wiha domand: "HDK, tenê ne amûreke têkoşîna siyasî ye. HDK, pêvajoya siyasî bi HDP'ê re bi rê ve dibe. HDK, dê li qadên jiyanê hebe, dê qada civakî veguherîne û dê hebûna xwe bidomîne. Yanî her mirov dikare wê wekî organîzmayekê bibîne. HDK, pêkhateyek e ji bo avakirina jiyaneke birûmet."    DIBISTANÊN HDK'Ê   Hamzaoglû da zanîn ku pêkhateyên di bin banên HDK'ê de divê hebûna xwe di ber çavan re derbas bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bê şert û mercê divê di bin banê HDK'ê de bi kadroyên xwe xwe birêxistin bikin. Mesela; di qada perwerdehiyê de divê 'dibistaên HDK'ê' bên vekirin û qadên xebatê bên berfirehkirin. Di vî warî de divê em xwe bigihînin zarokan, jinan, karkeran, gundî û karkerên demsalî. Ji bo afirandina mirovê ku zanibe di vê jiyanê de çi ye û ji bo afirandina mirovê têkoşer pêdivî bi dibistanên HDK'ê heye."