Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê 2023-02-04 09:02:55   ÇEWLIG - Sonûç Gurdegîr, li Çewligê hatibû binçavkirin û 9 rojan di binçavan de îşkence lê hatibû kirin. Piştî sal û nîvekê bi hinceta "delîl kêm in" û "hinceta razber" derbarê serlêdana parêzerên wî de biryara neşopandinê hat dayîn.    Sonûç Gurdegîr di 24'ê tebaxa 2021'ê de diavêtina ser malê de hatibû binçavkirin. Gurdegîr 9 rojan li Midûriyeta Polîsan a Çewligê hatibû îşkencekirin. Parêzerên wî têkildarî îşkenceya lê hatibû kirin, giliyê polîsan kiribû. Lê piştî sal û nîvekê bi hinceta "delîl kêm in" û "hinceta razber" derbarê serlêdana parêzerên wî de biryara neşopandinê hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Çewligê, ji bo serlêdana parêzerên Gurdegîr ku bi hinceta "Îşkence", "Muameleya xirab" û "Bi awayekî xirab pêkanîna peywirê" hatibû kirin, derpêş kiriye ku "delîl kêm in" û "hincet razber in."     'QEYDÊN KAMERAYÊ TUNE NE'   Her wiha dozgeriyê ji bo qeydên kamerayê ku parêzeran xwestibû gotiye "ji ber ku dema wan tije bûye" nehatine peydakirin.    ‘SERÊ XWE LI WESAYÎTÊ XISTIYE'   Dozger di biryara xwe de parast ku "polîsan bi awayekî merhaleyî hêz bi kar anîne" û ji bo reşahiya li serçavê Gurdegîr jî gotiye "serê xwe li dawiya qoltixa wesayîtê xistiye." Dozger van gotinên xwe spartine girteka polîsan.    'BERHEVKIRINA DELÎLAN NE PÊKAN E'   Dozger di biryara xwe de diyar kiriye ku Gurdegîr di lîsteya turincî de ye û ji bo îşkenceya lê hatiye kirin jî îşaret bi qanûna jimare 2559'an (Qanûna Polîsan û Wezîfe û Selahiyetê) kiriye. Her wiha dozger diyar kiriye ku ji ber ku qeydên kamerayê tune ne berhevkirin delîlan ne pêkan e.    DÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN   Parêzerên Gurdegîr dê bi hinceta "lêpirsîn bi awayekî çalak nehatiye kirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.    MA / Rûken Polat