Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin 2023-02-04 09:03:24 ENQERE - Fîkret Çalagan ku ji bo birayê xwe yê di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de bibîne çû girtîgehê, diyar kir ku di lêgerînan de mafên kesayetiyê tên binpêkirin û got: "Nehiştin ez û birayê xwe yê girtî li kêleka hev rûnên û hev du hembêz bikin."    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin. Li gel girtiyan, xizmên girtiyan jî di dema hevdîtinê de bi pêkanînên di asta îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Fîkret Çalagan ku ji bo birayê xwe yê girtî Hîkmet Çagalan ên di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Tîpa L'yê ya Hejmara 2'yan de bibîne çûye girtîgehê, destnîşan kir ku di lêgerînan de mafên kesayetiyê tên binpêkirin. Çagalan ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê serî li Komeleya Mafên MIrovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê da.    ‘HEVDÎTIN TÊ ASTENGKIRIN'   Çagalan destnîşan kir ku di serdanên girtîgehan de bi helwestên dijmirovî re rû bi r dimînin û wiha got: "Ji ber binpêkirina mafên kesayatiyê, lêgerînên di asta destavêtinê, helwestên tûj û mudaxileyên li cihê hevdîtinê em nikarin hevdîtinê bikin. Nehiştin ez û birayê xwe yê girtî li kêleka hev rûnên. Ji me re gotin divê hûn li hemberî hev rûnên. Nehiştine m li kêlke hev rûnên û hev du hembêz bikin. Wekî ku em du xerîb bin û em hevdîtineke fermî dikin. Em bi hesret li benda hevdîtina vekirî dimînin, lê di vê hevdîtinê de jî van tiştan tînin serê me. Hevdîtin bi vî awayî vediguhere îşkenceyê. Ev yek, dibe sedema astengkirin mafê me yê hevdîtinê."    SILAVDAYÎN QEDEXE YE!   Çalagan diyar kir ku di dema hevdîtinê de xwestiye silavê bide girtiyên din jî, lê belê nehatiye hiştin û wiha axivî: "Ev kes di heman qawîşê de dimînin, lê nahêlin em silavê bidin wan. Silavdayîna me bi qarewarê û bi êrişeke fiîlî tê astengkirin. Ev yek qada hevdîtinê terorîze dike û dike wekî îşkenceyê. Di dema hevdîtinê de em ji însanbûna xw efedî dikin. Ji lew re wisa dikin ku mirov ji bîr dike ku mirov e."    Çalagan bal kişand ser şewitandina înfaza girtiyan jî û got ku ji ber vê fikara ku girtiyên cezayên wan di biniya salekê re maye neyên berdan peyda bûye. Çalagan bilêv kir ku birayê wî 29 sal in li benda berdanê ye û wiha berdewam kir: "Dêya min tevî hemû nexweşiyên xwe jî li ber xwe da. LÊ hew îdare kir. Bêyî ku birayê min bibîne jiyana xwe ji dest da. Ez ditirsim ger wisa bidome, bavê min jî bêyî ku berdana birayê min bibîne jiyana xwe ji dest bide."    ‘GIRTIYAN JI JIYANÊ QUT DIKIN'   Çalagan anî ziman ku di dema lêgerîna li qawîşan de girtî tên tacizkirin û wiha got: "Ev lêgerîn veguherîne îşkenceyê. Di lêgerînê de nameyên wan û rojnivîskên wan tên desteserkirin. Bi van êrişan hewl didin wan ji jiyanê qut bikin."   Çalagan ragihand ku Girtîgeha Turkoglû ya Hejmara 2'yan a Tîpa L'yê veguheriye cihê îşkenceyê.    29 SAL IN GIRTIYE   Çalagan da zanîn ku herî dawî di rojên dawî yên salan borî de hevdîtin bi birayê xwe re kiriye û got: "Birayê min ne nexweşekî ku nexweşînên wî giran bin, lê gava nexweş dikeve wî sewqî nexweşxaneyê dikin."