57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin? 2023-02-04 10:34:47   ÊLIH - Ji keça ku G. Yavûz ê di bin parastina birayên xwe yên cerdevan û îmam de ye, revand 57 roj in tu agahî jê nayê girtin. Bav Y.A. diyar kir ku dayîna navnîşana malê ya heta hejmara derî jî nikare xwe bigihîne zaroka xwe. Bav Y.A. li ser vê rewşê difikire ku kesê keça wî revandiye di bin parastina dewletê de ye.    Zaroka 15 salî ya bi navê K.A. ya ji aliyê G.Y. (20) ku di bin parastina kekê xwe yê cerdevan Muhterem Yavûz û Behram Yavûz ê li Mûşê mele ye de ve li Taxa Çamlica ya Êlihê hate revandin 57 roj in tu agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyan, K.A., di êvara 10’ê kanûnê de piştî etûtê ji fêrgehê derket û di dema derketinê de G.Y. rê li ber girt û xwest bi darê zorê pê re biaxive. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji K.A. nayên girtin.    Dîmenên wan ji hêla kamerayên parkekê ve hatin kişandin lê tevî vê yekê jî K.A. nayê dîtin. Piştî serlêdanên malbata zarok a li polîs û dozgeriyê li mala ku G.Y. tenê lê dijiya lêgerîn pêk hat.   JI ALIYÊ SERCERDEVAN VE TÊ PARASTIN?   Bavê zarokê Y.A. îdia kir ku G. Yavûz li gundê Xweşika yê Herêma Badikan ê navçeya Pasûra Amedê tê ragirtin. Bav Y.A. diyar kir ku G. Yavûz ji aliyê kekê xwe yê cerdevan Muhterem Yavûz û Behram Yavûz ê li Mûşê mele ye ve tê parastin û xwest keça wî were dîtin. Bav Y.A. bertek nîşan da ku tevî kesê keça wî revandiye tê zanîn kî ye, dikare li ku bimîne û gelek agahiyên din hene jî nayê dîtin. Y.A. da zanîn ku herî dawî di 1’ê sibatê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye, pê re hevdîtin kiriye û ji wî re bersivên “em nikarin peyda bikin” , “em lê digerin” hatine dayîn.    MALBAT PERÎŞAN E   Bav Y.A. destnîşan kir ku bi rojane xew bi çavên wî neketiye û xwest ku revandina keça wî ya bi çeka cerdevanan ku 2 meh in nayê dîtin bê îzahkirin. Bav Y.A. axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em perîşan in. Ji ber kesên keça min revandine cerdevan in nayên dîtin? Dewlet ew çek ji bo ku zarokan birevînin daye wan? Xwe li pişt vê çekê vedişerin û keça min direvînin. Ez bang li civakê dikim; zarokên we jî hene. Zarokeke di vî temenî de bi darê zorê tê revandin û hewl didin bi darê zorê bizewicînin. Ez bang li her kesên xwedî wijdan dikim ku ji bo dîtina keça min bibin alîkar û deng derxînin.”   MA / Fethî Balaman