Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da 2023-02-04 11:23:59   XARPÊT - Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Cengîz Yilmaz jiyana xwe ji dest da.    Cengîz Yilmaz ku di sala 2018’an de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, duh bi şev li beşa lênerîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Firatê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Yilmaz ku demekî dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin wê li gundê Kilise yê navçeya Xozat a Dêrsimê were veşartin.