Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin 2023-02-04 13:59:31   ÇEWLIG - Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku ku piştî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren gef lê hatin xwarin wiha got: “Hilbijartin nêzîk dibe îhtîmaleke mezin têkildarî wê zextan dikin.”   Li ser medyaya dîjîtal gef li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî hatibûn xwarin. Piştî vê ji aliyê hesaba twîtterê @arifdogan1923 ve gef li Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku û malbata wî jî hatin kirin.    Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku yê têkildarî gef xwarinê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku tu hesabên wî yên medyaya dîjîtal nînin, wêneyê wî yê ser rewşa wî ya whatsappê hatiye parvekirin. Hulaku diyar kir ku agahiyên wî û malbata wî hatine parvekirin û anî ziman ku nizane ku çawa xwe gihandine agahiyên wan ên kesayetî. Hulaku gefên li ser hev hatine kirin weke “polîtîkaya çavtirsandinê” nirxand.    ZEXTA HILBIJARTINÊ    Hulaku got ku “Hilbijartin nêzîk dibe îhtîmaleke mezin têkildarî wê zextan dikin” û destnîşan kir ku sedemê herî mezin ê vê rewşÊ bêcezatî ye. Hulaku bi lêv kir ku dewleta ku kesekî ji Ewropayê jî parvekirinekê dike li ser navnîşanê IP’yê dibîne kesên gefan li wan dixwe nabîne û bal kişand ku ev kes tên parastin.    Hulaku, destnîşan kir ku wê ev gef ji parazvaniya mafan bi wî paş ve gavê nede avêtin û qala piştevaniya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) û serokên 81 baroyan kir.    Hulaku, da zanîn ku wê roja duşemê derbarê hesaba têkildar de serî li dozgeriyê bide û giliyê wê bike.    BANDORA BÊCEZATIYÊ    Li aliyê din têkildarî gefa li Serokê Baroya Çewligê hatiya xwarin de TTB’ê û serokên 81 baroyan daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sedemê bingehîn ên van gefan çanda bêcezatiyê ye û hate gotin ku wê li cem Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku bin û bibin şopdarên pêvajoya hiqûqî.”