ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan 2023-02-04 15:00:11   STENBOL - ÎHD di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel û banga berdanê wê kir.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 567’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (61) a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan tê ragirtin. Gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn û pankarta “Mafê tenduristiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bê berdan” hat vekirin. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da.   REWŞA WÊ GIRAN E    Onaran da zanîn ku Muhlise Karaguzel 3 caran krîza dil derbas kiriye û nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa piştê û stû lê peyda bûne û xetereya ku Karaguzel çavê kor bibe jî heye. Onaran anî ziman ku nexweşiyên Karaguzel rojane bandorek neyînî li jiyana wê dikin û dema wê di sala 2021’an de krîza dil derbas kiriye û kelemçekirî hatiye tedawîkirin. Onaran diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê tedawiya pêwîst a Karaguzel nayê kirin û ew bang li rayedaran dikin ku demildest bi awayek lezgîn biryara berdana wê bidin.