Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê 2023-02-04 15:15:25   RIHA - Li Rihayê ber dibare û berfê her der bi spîbûna xwe xemiland û dîmenên xweşik derketin holê.      Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ji serê sibehê ve berf lê dike û her der bi rengê xwe yê sipî xemilandiye. Li Rihayê jî barîna berfa ku serê sibehê dest pê kir, hê jî didome. Ji ber barîna berfê hemû bajar bi rengê sipî xemilî û dîmenên xweşik derketin holê.       Ji ber kolan û cade hatin girtin ajokarên wesayîtan jî di çûnehatê de zahmetî kişandin. Welatiyan xwe avêt nava berfê û kêfxweşiya xwe nîşan dan.    Bajarê Rihayê ku bi dîroka xwe ya kevnar û bi nav û deng tê nasîn, bi barîna berfê re cihên dîrokî yên bajêr xemilîn û xemla berfê jî bala welatiyan kişand ser xwe. Gula Masiyan, Keleha Rihayê û Seyrî Teras bi berfê xemilîn û bû cihê dîmenên xweşik.