Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e 2023-02-04 15:43:29 STENBOL - Dîrokzanê kurd Hamît Bozarslan di Konferansa Komara Demokratîk de axivî û got: “Kurd îro li Tirkiyeyê azad in. Lê gelo tirkbûna ku dibêje ‘qûmaş bi xwîna şehîd kuş il bibe dibe al’ li Tirkiyeyê azad e?”   Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyek çawa” bên kirin li Stenbolê tê organîzekirin, li Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê tê lidarxistin, didome.    Di rûniştina duyemîn a konferansê de bi sernavê “Dînamkên damezrandina Komarê-1” berdewam kir. Ayşegul Devecîoglû moderatoriya rûniştinê kir. Nivîskar Bariş Unlu li ser mijara “Gelo komar peymanek bû?” axivî. Doktorê dîrokê û siyasetê Hamît Bozarslan jî li ser mijara “Di damezrandina komarê de kurd” û nivîskar Tanil Bora jî li ser mijara “Nijadperestiyek demokratîk -Çima pêk nehat?” axivîn.    HEYAMA PÊNASEKIRINA KURDÊN TÊKÇÛYΠ   Ji akademîsyenên Zanistên Civakî yên Zanîngeha Parîsê bi online beşdarî konferansê bû û got ji ber vê Konferansa Komara Demokratîk ew HDP’ê pîroz dike. Bozarslan bal kişand ser damezrandina Komarê û wiha axivî: “Dibêjin, Tirkiye çawa hatiye rizgakirin? Divê ku di sedsala duyemîn de pirsek nû bê kirin. Tirkiye çawa hat avakirin, kê ava kir, li dijî kê hat ava kirin? Divê meriv van pirsan bipirse. Gelo komar li dijî kê hat avakirin? Tirkîbûna Komarê li dijî Asyayê wek serkeftinê hat pênasekirin. Pirsa mine ev e, dema komar hat avakirin, gelo ev gelên din di kîjan şertan de bûn. Ez ê tenê behsa kurdan nekim. Divê em behsa civak, netew, bîr û baweriyên din jî bikin. Gelo kurd sala 1923’yan di dema damezrandina komarê de di çi şertan de bûn. Kurd di wê heyamê de wekgelek gelekî têkçûyî tên nirxandin.”    ‘BI SÎNORAN KURDAN DABEŞ KIRIN’    Bozarslan destnîşan kir ku bi Peymana Lozanê kurd bi xiyanetê re rûbirû man û wiha got: “Ji ber ku sozên ji kurdan re hatibûn dayîn pêk nehatin û li Lozanê xiyanet li wan hat kirin, neçar man dest bi serhildanê kirin. Kurdbûn ji ber ku tirkbûnê qebûl nake, wek talûkeyekê tê dîtin. Kurd wek paşverû û feodal tên dîtin lê wek kirde û bireser nayên pênasekrin. Tirkbûn jî wek şoreşger, wekhev û kirde tên nirxandin. Bi Komarê re Kurdistan wek cihê mêtingehiyê tê nasîn. CHP partiya tekane ye lê CHP li Kurdistanê nîne. Li ser sînoran mayîn tên bicihkirin. Piştî 1920’an sînorê kurdan tê parçekirin. Lewma em dibînin ji ber van sedeman her tim kurdan wek xelkekî têkçûyî dibînin.”   ‘LI TIRKIYEYÊ NE TIRKBÛN, KURDBÛN AZAD ‘   Bozarlsan destnîşan kir ku xeyala erdnîgariyek hevpar derketiye holê û wiha axivî: “Piştî sedsalî li Tirkiyeyê yê îro ku dîlgirtî ye kê ye, yên ku azad in kê ne? Li Tirkiyeyê îro kurd azad in. Li girtîgehan di bin zextek giran de ne. Kurd ji ber ramanên xwe, xwendinên xwe yên dîrokî, di siberoja xwe de avakar in, di hunerê de afirînerin azad in, lê belê ya ku dîlgirtî ye tirkbûn e. Lê gelo tirkbûna ku dibêje ‘qûmaş bi xwîna şehîd kuş il bibe dibe al’ li Tirkiyeyê azad e? Em dibînin ku li Tirkiyeyê tirkbûn jî ne azad e.”    Tanil Bora  û Bariş Unlu jî li ser mijarên xwe axivîn û nêrînin xwe parve kirin.