ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne 2023-02-04 15:49:52   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ku bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mazlûm Alan ê 31 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê tê ragirtin, xwest ku Alan ê gelek nexweşiyên wî hene û di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişine were berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya xwe ya hefteya 269’emîn de li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc dimirin” û “Girtiyên nexweş ên giran dimirin bêdeng nebe” hatin hilgirtin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mazlûm Alan ê 31 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê tê ragirtin   PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN ALAN    Aydin, destnîşan kir ku rêveberên girtîgehê û desthilat bi awayekî dijminane nêzîkî girtiyên siyasî yên kurd dibin û qala peywîra Saziya Tiba Edlî (ATK) kir. Aydin, da zanîn ku piştî Alan di sala 2011’an de li Amedê hate girtin cezayê muebbeta girankirî û 77 sal û 12 meh cezayê hefsê lê hate birîn û wiha qala nexweşiyên wî kirin: “Tevî temenê xwe yê ciwan nexweşiyên fitika pişte, hepatît B, nexweşiyên ulser û astimê pê re hene. Ji ber nexweşiya wî ya kezebê gelek pêş ketiye di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne. Pirsgirêkên çavên wî jî hene. Her wiha basûr sînuzît jî heye û kapakên dilê wî rizî ne. Tevî van hemû nexweşiyan bi penceşêra kezebê ketiye.”   Aydin, diyar kir ku girtîgeh bi armanca mirovan “rehabîlîte” bikin hatine vekirin û pirsî ku mayîna mirovekî ya heta mirinê armanceke çawa bi xwe re tîne. Aydin herî dawî ev tişt gotin: “Em weke parazvanên mafên mirovan, em ê vegotina bêhiqûqiya li girtiyên nexweş bidomînin û bibin dengê girtiyên nexweş. Ji girtiyên nexweş re azadî, ji Mazlûm Alan re azadî.”